Bijîşkê şoreşê, şehîd Nûredîn Mûsa

Bijîşkê Şoreşa Rojava û kesê ku birînên şervanan derman dikir, Dr. Nûredîn Mûsa çû ser dilovaniya xwe. Ji ber keda wî û têkoşîna wî ya şoreşgerî û mirovî ji bo rizgarkirina şeravanan, Meclisa Malbatên Şehîdan ew şehîd îlan kir.

Bijîşkê şoreşê, şehîd Nûredîn Mûsa
17 cotmeh, 2021   06:34
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Dr. Nûredîn Mûsa ku di nava şêniyên Qamişlo de bi navê “Bavê Hozan” dihat naskirin di encama nexweşiyeke giran de jiyana xwe ji dest da, ku di demên dawî de tenduristiya wî xirab bûbû. Nexweşiya gurçikan pêre hebû û ji bo dermankirinê beriya hefteyekê ew rakiribûn Şamê û li nexweşxaneya Dar El-Şîfa dihat dermankirin. Bavê Hozan di 13`ê Cotmehê de wefat kir. Ji ber ked û têkoşîna wî ya şoreşgerî û mirovî ji bo rizgarkirina şervanan, Meclisa Malbatên Şehîdan ew şehîd îlan kir.

Nûredîn Mûsa di sala 1962`an li gundê Girdêwan ê girêdayî navçeya Amûdê ji dayik bûye. Paşê berê xwe da bajarê Qamişlo. Di sala 1984`an de peymangeha teknîk a bijîşkî li Zanîngeha Helebê bi dawî kir. Bavê Hozan zewicî ye û 3 zarokên wî hene (Hozan, Dilyar û Şêrzan).

Têkildarî jiyana şehîd Nûredîn, ajansa me hevpeyvînek bi birayê wî Ebdulbaqî Mûsa re çêkir. Ebdulbaqî wiha got: "Nûredîn di salên destpêkê de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Ji sala 1985`an de û ji ber tirsa ji tevna ewlehiyê yên Sûriyê, gerîlayên tevgerê bi awayekî veşarî li Rojava derman dikir."  

 ‘JI BO DERMANKIRINA ŞERVANAN, QEBÛL NEKIR JI WELÊT DERKEVE‘

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re piştî ku rewşa ewlehiyê xirab bû, gelek bijîşk derketin derveyî welat. Lê şehîd Nûredîn qebûl nekir ji welatê xwe derkeve. Bi şervanan re li eniyên şer ma û bi hezeran şervan derman kirin. Ew şervan şahidiya têkoşîna şehîd Nûredîn û keda wî di şoreşê de, dikin.

Ebdulbaqî Mûsa bi van gotinana kesayeta şehîd Nûredîn pênase dike: "Şehîd Nûredîn rû li ken bû. Hin caran ji ber ku diçû operasyonan, me ew bi mehan nedidît. Rahêner û mamsteyê malatê bû. Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi me dida naskirin."

Bi avakirina Nexweşxaneya Şehîd Xebat re di sala 2014`an weke pisporê benckirinê xebitî û li kêleka karê xwe yê mirovî, wî her wiha xwendekar jî perwerde dikir da ku kadroyekî tenduristiyê ji bo nexweşxaneyê ava bike.

Mihemed Kermo jî ku yek ji hevalên şehîd Nûredîn e û beriya Şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an dest pê bike ew nas kirubp û bi destpêka şoreşê re bi hevre di warê tenduristiyê de xebitîn ev tişt anî ziman: "Ez ajokarê erebeya ambulansê bûm û ew jî di beşê rewşên awarte de kar dikir. Tu eniyên şer neman û em beşdarê nebûn ji Şengalê bigire û heta Efrînê.”

 ‘DI KARÊ XWE DE FEDEKAR BÛ‘

Mihemed Kermo wiha pê de çû: "Şoreşgertiya wî bê sînor bû. Fedekar bû û pir ji karê xwe hez dikir. Nayê bîra min ku rojekê ji karê xwe dûr ket. Her tim amade bû berê xwe bide eniyên şer û şervanan derman bike."

Kermo bûyerekê bi bîr tîne û wiha dibêje: “Dema em ji eniya şer vedigerîn, ji nexweşxaneyê lê gerînn û gotin ku birîndar hene, pêwîstiya wan bi emeliyetê heye. Kêliyekî jî dudilî nebû. Li min nihêrî û got lez bike da ku em biçin nexweşaneyê wan rizgar bikin."

Kermo di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Tevî nexweşiya wî ya giran jî, lê rojekê ji kar û berpirsiyariya xwe tawîz neda. Zêde bi şervanan ve girêdayî bû. Şehîd Nûredîn ne tenê birîndar derman dikir lê belê serdana malbatên wan jî dikir da ku rewşa wan kontrol bike."

Kermo destnîşan kir ku çûna Nûredîn ne tenê ji bo qada tenduristiyê windahî bû, lê belê ji Şoreşa Rojava re windahiyek bû ji ber ku wî pîvanên welaparêziyê temsîl dikir.

Kermo piştrast kir ku şehîd Nûredîn di karê xwe de serkeftî bû, hin caran di eniyên şer de xwarin tune bû wî girîngî ne dida vê yekê û digot pêwîstiya şervanan zêdetir bi xwarinê heye.

 ‘JI BIRÎNDARAN RE DISITRA, DA KU ÊŞÊN XWE JI BÎR BIKIN‘

Kermo teqez kir ku şehîd Nûredîn xwe li hemberî zextên jiyanê temsîl nebû, dema birînên şervanan derman dikir, ji wan re stran digot da ku êşa xwe ji bîr bikin.

Cenazeyê şehîd Nûredîn Mûsa roja Şemiyê li Goristana Şehîd Delîl Seroxan ya li Qamişlo hate oxirkirin.

(bx)

ANHA