Rêveberiya Xweser a herêma Firatê qedexeya giştî ragihand

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ji bo ku pêşî li belavbûna şewba Koronayê (Covid-19) bigire, heta 10 rojan qedexeya derketina derve ya giştî ragihand.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê qedexeya giştî ragihand
14 cotmeh, 2021   12:28
KOBANÊ

Piştî zêdebûna pêketiyên vîrusa Koronayê li herêma Firatê, Rêveberiya Xweser a herêmê piştî civîna şaneya aloziyê, îro biryara qedexeya derketina derve ya giştî heta 10 rojan ragihand.

Qedexe derketinê roja şemiyê (16'ê Cotmehê) dest pê dike û 25'ê Cotmehê bi dawî dibe.

Li gorî biryarê dê hemû dikanên bazirganiyê, her wiha hemû cihên olî, salonên dawetê û konên şînê bêne girtin.

Li gorî biryarê, hat destnîşankirin ku ji bo meşandina karê çandiniyê, nuqteyên kontrolê rojane ji saet 06.00 heya 08.00'an û ji saet 17.00 heta 19.00’an dê bêne vekirin.

Li gorî biryarê, her wiha hemû saziyên Rêveberiya Xweser, zanîngeh, dibistan, enstîtu, daîre û nivîsgeh dê werin girtin, ji bilî saziyên ku hewcedariya wan bi xebata rojane heye.

(dx)