Li Iraq û Başûrê Kurdistanê dengdan bi dawî bû, rêjeya tevlêbûnê kêm bû

Pêvajoya dengdana hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê bi dawî bû. Tê gotin, ku beşdarbûn kêm bû.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê dengdan bi dawî bû, rêjeya tevlêbûnê kêm bû
10 cotmeh, 2021   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêvajoya dengdana hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê di saet 18.00’an de bi dawî bû û wê hejmartina dengdan dest pê bike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî dawîhatina dengdanê peyamek parve kir.

Di peyama xwe de wiha tîne ziman: “Spas ji bo Xwedê me erka xwe bi cih anî. Ji bo hilbijartinek bêpirsgirêk û aram me soza xwe pêk anî. Gelek spasiya xelk, dengdêran û namzetên hêzên siyasî, çavdêr û karmendên komîsyona hilbijartinê, hêzên ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî  û berpirsên olî dikim.”

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê eşkere kir ku heta  nîvro rêjeya tevlîbûna dengdêran ji sedê 19 bû.

Li gorî komseryiê, dibe ku encamên destpêkê piştî 24 saetn ji bidawîbûna hilbijartinan werin ragihandin.