Şêniyên Hol û Şedadê li dijî komploya navneteweyî daketin qadan

Şêniyên navçeyên Şedadê û Hol ên kantona Hesekê komploya navneteweyî şermezar kirin û bang li azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir

9 cotmeh, 2021   13:22
HESEKÊ

Şêniyên navçeyên Şedadê û Hol ên kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Şêniyên Şedadê ji deriyê ketina navçeyê heta Parka Serok Abdullah Ocalan meşiyan.

Li parkê meş rawestî û veguherî mîtingê. Di mîtîngê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm axivî û got:"Komploya navneteweyî hîna berdewam e ku gelên Rojbilata Navîn dike hedef. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve isbata vê yekê ye.''

Nicûm diyar kir ku armanc ji van binpêkirinan têkbirina projeya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û got: "Rêbertî bi ramanê xwe girtîgeh kir dibistaneke zanistê."

Endama rêveber a Kongreya Star Reca El-Salih destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van sûcên dermirovî yên li dijî rêber Abdullah Ocalan û herêmên dagirkirî dike, qanûnên navneteweyî bin pê dike û armanc dike destkeftiyên gelên herêmê têk bibe.

Li navçeya Holê bi heman mebestî meş ji naverasta navçeyê navçeyê dest pê kir û li qada navçeyê bi dawî bû. Rûspiyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û bi sedan şênî tev li meşê bûn.

Beşdarên meşê berdewamkirina komploya navneteweyî şermezar kirin û hevgirtina gelên herêmê li hemberî dagirkwriya Tirk piştrast kirin.

Her du çalakî bi diruşmên banga hevgirtin û parastina destekftiyan bi dawî bûn.

(şx)

ANHA