Desteya Jinan destekê dide projeyên jinan

Deste û nivîsgehên jinan ên Rêveberiya Xweser ji sedî 10 ji bûdçeya xwe ji bo projeyên jinan veqetand.

Desteya Jinan destekê dide projeyên jinan
2 cotmeh, 2021   04:20
REQA – RUBA EL-ELÎ

Di civîna Îlonê de ku hemû deste, komîte û rêxistinên jinan ên Rêveberiya Xweser ên Reqa, Dêrazor û Minbicê amade bûn, biryar hate dayîn ku ji sedî 10 ji bûdçeya desteyê ji bo projeyên aborî yên jinan were veqetandin.

Têkildarî mijarê cîgira Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku di civîna hemû koordînasyonên jinan de biryar hate dayîn ku ji bûdceya deste, nivîsgeh û komîteyên jinan ên Rêveberiya Xweser ji sedî 10 ji bo destekdayîna aboriya jinan hate veqetandin.

Rûken Mele Îbrahîm îşaret pê kir ku mîna vê civînê wê li herêmên Cizîr, Efrîn û Firatê jî werin lidarxistin da ku nêrîn û pêşniyar li ser mekanîzmeya yekkirina hemû projeyên jinan werin girtin.

Têkildarî van projeyan Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê projeyên wekî dayîngehan ji bo zarokên jinên ku di saziyên rêveberiyê de kar dikin vekin.

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, ji bo jinên bî û yên ji hevjînê xwe cûda bûne dê kargeha mendîlan li bajarê Hesekê were vekirin, her wiha ji bo jinên bi temen û jinên ku cih ji wan re tune ne dê mal werin vekirin.

ANHA