Civîna Pûtîn û Erdogan li Soçî dest pê kir

Beriya çend kêliyan li bajarê Soçî yê Rûsyayê, civîna serokkomarê Tirkiyê Erdogan û serokê Rûsyayê Pûtîn dest pê kir. Civîn li dezgehên çapemeniyê girtî ye û ji bilî herdu serokan tu kes tev li civînê nebûye.

Civîna Pûtîn û Erdogan li Soçî dest pê kir
29 îlon, 2021   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya ku civîna Erdogan û Pûtîn dest pê bike, Pûtîn bal kişand ser dewamiya danûstandinên bi Erdogan re ên ku di Adara 2020`an de dest pê kiribûn.

Pûtîn wiha dewam kir: "Danûstandinên di navbera me da hinek astengî li pêşiya wê hene. Lê her tim bi encamên baş bi dawî dibin."

Di demekê de ku Rûsyayê navendên çeteyên Erdogan li Efrînê û Idlibê bombebaran kirin û Erdogan dest vala ji Amerîkayê vegeriya, Pûtîn pêşwaziya Erdogan kir.