'Komîteya şopandinê dê balkişandina ser aloziya avê û çareseriyan dewam bike'

Endamê Komîteya Amadekar a Komxebata Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Welîd Çolî diyar kir ku komxebatê armanca xwe di ronîkirina binpêkirinên dewleta Tirk ên peymanên navneteweyî yên derbarê avê de pêk anî.

'Komîteya şopandinê dê balkişandina ser aloziya avê û çareseriyan dewam bike'
29 îlon, 2021   08:02
HESEKÊ- HINAR ÎBRAHÎM

Komxebata navneteweyî ya avê duh bi dawî bû. Ev komxebat ji aliyê Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê, her wiha Zanîngeha Rojava û Navenda Lêkolînên Firatê ve, hatibûn organîzekirin.

Der barê xebatên komxebatê û encamên ku bi dest xistine, endamê komîteya amadekar, Welîd Çolî ji ajansa me re axivî.

Çolî di destpêka axaftina xwe de got: “Armanc ji lidarxistina komxebatê li herêmê, balkişandina ser rewşa avê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û azarên gel e. Ji ber wê girîng bû ku rêxistin û kesayetên navneteweyî û akademisyenên têkildarî avê û pisporên ekolojiya û xwezayê beşdarî komxebatê bibin.”

Çolî diyar kir ku girîngiya avê bi awayekî zanistî û peymanên navneteweyî yên têkidarî avê yên di navbera Sûriye-Iraq-Tirkiyê de, hatin şîrovekirin.

Her wiha Çolî destnîşan kir ku binpêkirina peymanên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve û azarên 5 milyon kesên li herêmê ya ji ber şerê avê, her wiha rêjeya ava çemê Firatê li gorî dema berê, hatine nîqaşkirin.

Çolî wiha dewam kir: “Her wiha hemû aliyên girêdayî avê û bandorên wê yên siyasî, aborî, civakî hatin nîqaşkirin. Beşdarên komxebatê gihaştin hejmareke encam û pêşniyaran.”

Çolî destnîşan kir ku li kêleka encam û pêşniyaran, di encama komxebatê de komîteyek hatiye avakirin da ku encam û pêşniyaran bi aliyên têkildar re bişopînin, da ku bikaribe aloziya ewlehiya avê li herêmê di aliyê siyasî û hiqûqî de çareser bike. Ew komîte wê ji rêxistinên navneteweyî, herêmî û saziyên civaka sivîl, akademisyen û pisporên ekolojî û avê pêk were.

Têkildarî astengiyên li pêş lidarxistina komxebatê derketine, Çolî wiha got: “Astengiya herî mezin dorpêça li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber dorpêçê û ji ber Koronayê bi dehan akademisyen û nûnerên rêxistinên navneteweyî û nûnerên Misir û Iraqê û rêxistinên din ên navneteweyî nikarîbûn bihatina herêmê û bi rêya ZOMM beşdarî komxebatê bûne.”

Endamê komîteya amadekar Welîd Çolî piştrast kir ku ruxmî van astangiyan jî, nêzî 100 rêxistinên navneteweyî û mirovî yên hundir û li derve beşdarî Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Çolî destnîşan kir ku armanca komxebatê ya balkişandina ser rewşa ewlehiya avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aloziya ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve li herêmê derketiye. Her wiha Çolî diyar kir ku komxebatê karîbû ji rêxistinan re rewş û aloziya heyî şîrove bike, da ku ew ji aliyê xwe ve zextê li Tirkiyê bikin û ji bo rêgirtina li karesateke mirovî piştgiriya herêmê bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pc1ThdgyCqw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>