Ji ber ku daxwaza mala xwe kir, çeteyan îşkence lê kir û ew revand

Ji ber ku welatiyekî ji navçeya Raco ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî daxwaza mala xwe kir, çeteyên "Cebhe El-Şamiyê" îşkence lê kir û ew revand.

Ji ber ku daxwaza mala xwe kir, çeteyan îşkence lê kir û ew revand
29 îlon, 2021   07:38
ŞEHBA

Çavkaniyek ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên "Cebhe El-Şamiyê" bi serkêşiya çeteyê bi navê Ala Hesen Seqar, welatiyê bi navê Mihemed Osman Tobal (47) ji gundê Mamûla yê navçeya Reco revand.

Li gorî agahiyan Mihemed Osman ji ber ku daxwaza mala xwe ya li nêzî gundê Kefir Cenê ya girêdayî Şera kir ku ew mal niha di bin serweriya çeteyan de ye, çeteyan bi awayekî hovî îşkence lê kir.

Li gorî çavkanî, çeteyan welatiyê revandî birin girtîgeha veşartî ya li kampa Kefer Cenê û bi awayekî hove ew êşkence kirin.

Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan gef li malbata welatiyê bi navê Mihemed Osman Tobal xwarine ku eger careke din behsa vegerandina mala xwe bike dê wî bikujin.

(dx)

ANHA