Hêzên hikumeta Şamê derbasî bajarokê Sehim El-Colan bû

Hêzên hikumeta Şamê û saziyên ewlehiyê ketin bajarokê Sehim El-Colan a li gundewarê rojavayê Derayê.

Hêzên hikumeta Şamê derbasî bajarokê Sehim El-Colan bû
26 îlon, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Danûstendinê ya Navendî û rûspiyên li herêmên Hawd El-Yermûk bi komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê re bi sponseriya Rûsya, dest bi pêkanîna nexşereya Rûsya ya li gund û bajarokên herêma Hewd El-Yermûk a rojavayê Derayê, kirin.

Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û saziyên ewlehiyê, îro ketin bajarokê Sehim El-Colan a li gundewarê rojavayê Derayê.

(dx)