Li Şehbayê şehîdxistina têkoşer Yasîn Bulut bi meşekê hate şermezarkirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi meşekê şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Sukrî Serhed) şeremzar kir.

Li Şehbayê şehîdxistina têkoşer Yasîn Bulut bi meşekê hate şermezarkirin
Li Şehbayê şehîdxistina têkoşer Yasîn Bulut bi meşekê hate şermezarkirin
Li Şehbayê şehîdxistina têkoşer Yasîn Bulut bi meşekê hate şermezarkirin
Li Şehbayê şehîdxistina têkoşer Yasîn Bulut bi meşekê hate şermezarkirin
19 îlon, 2021   17:27
ŞEHBA

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ê ji bo tedawiyê li Silêmaniyê bû Înê ji aliyê endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdxistin.

Di vê çarçoveyê de bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi meşekê şehîdxistina têkoşer Yasîn Bulut şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyanet û planên dagirkeriyê serî hildin.

Meş ji rêya navçeya Ehdas- gundê Til Qerah ber bi têketina gundê Til Sosîn ê kantona Şehbayê ve dest pê kir.

Beşdaran wêneyên şehîd Yasîn Bulut û rêber Abdullah Ocalan hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên "Meşa rûmetê ya li dijî dagirker û xiyanetê" vekirin.

/ar/uploads/files/2021/09/19/163011_zlwkh-bkr-5b1600x12005d.webp

Meş li têketina gundê Til Sosîn veguherî mîtîngê. Beşdaran li ser giyanên şehîdan deqeyeke rêzgirtin sekinîn, piştre hevseroka Meclisa Kantona Efrîn Zelûx Bekir axivî û got: "Planên dijim nikare vîna me têk bibe,  em xwedî îradeyeke xurt in, çiqasî dijmin hewldana şikandina me û îradeya me bike ew ê nikaribe."

Zelûx destnîşan kir ku careke din dijmin li hemberî kurdan bûne yek û wiha dewam kir: "Planên wan berdewam dikin. Tevî vê yekê dewletên cîhanê li hemberî sûcên li dijî me pêk tên, bê deng in."

/ar/uploads/files/2021/09/19/163028_ismaayl-mwsa-5b1600x12005d.webp

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îsmaîl Mûsa diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk bi armanca qirkirina gel e  û ev li axaftina xwe zêde kir: "Şehîdxistina li Başûr isbat dike ku destên xiyanetê di vê yekê de heye, ji lew re divê gel li dijî wan siyasetan bisekine û li dijî hemû dijminan yekitiya xwe ava bike, da ku bi ser bikeve."

Di dawiyê de sloganên "Na ji xiyanetê re" hatin berzkirin.

(eh)

ANHA