7 sal cezayê girtîgehê li endamên HDP’ê û YNK’ê birî

Dadgeha Dihokê 7 sal cezayê girtîgehê li endamê Malbenda YNK’ê ya Zaxo Mela Nezîr û endamê HDP’ê Nîmet Guneş birî.

7 sal cezayê girtîgehê li endamên HDP’ê û YNK’ê birî
19 îlon, 2021   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê  Malbenda YNK’ê ya Zaxoyê Mela Nezîr Berwarî ji 11’ê Sibata 2021’an li bajaroka Derkarê ji aliyê asayîşê ve hatiye girtin.

Endamê Partiya Demokratîk ya Gelan HDP’ê Nîmet Guneş jî (55) 10 sale li bajarê Zaxo niştecih bû. Nîmet Guneş Kanûna 2020’an derbasî Hewlêrê bû, piştî wê 5 Sibata 2021’an ji aliyê asayîşa Zaxo ve hate binçavkirin.

Îro danişîna doza Guneş û Mela Nezîr bû, Dadgeha Dihokê bi hinceta peywendiya wan bi PKK’ê re heye, 7 sal ceza li Guneş û Nezîr birî.

Birayê Mela Nezîr, Hacî Nebî derbarê biryarê de ji Rojnews re axivî û got; “Em îro li danişînê amadebûn, ti delîlek ku pê werin cezakirin nebû, lê bi hêceta peywendiya wan bi PKK’ê re heye hatin cezakirin.”