Rojnameyên erebî: Bangên ji bo dûrxistina vekişîna DYA’yê ji Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro behsa bangên ji bo dûrxistina planên vekişîna DYA’yê ji Sûriyê, siyaseta Lubnanê û şêwirên Îsraîl û Misirê kir.

Rojnameyên erebî: Bangên ji bo dûrxistina vekişîna DYA’yê ji Sûriyê
20 îlon, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BANGÊN JI BO DÛRXISTINA PLANÊN VEKIŞÎNA DYA’YÊ JI SÛRIYÊ’

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Peymangeha Washingtonê ya siyasetên Rojhilata Navîn bang li rêveberiya Joe Biden kir ku divê hêzên Dewletên Yebûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Sûriyê venekişîne.

Peymangehê di rapora xwe de wiha got: "Piştî vekişîna ji Efganistanê, divê rêveberiya Biden QSD`ê agahdar bike ku dê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê venekişe.”

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku hevalbendiya bi QSD`ê re girîngiyeke xwe ya taybet heye. Ji ber ku heta niha hêzên hikumeta Şamê nikare çeteyên DAIŞ`ê tune bike. Ji ber wê jî divê şêwirmendên Koalîsyona Navneteweyî texmîna ku DAIŞ careke din di aliyê herêmî de belav bibe, di ber çavan re derbas bikin.”

‘HIKUMETA LUBNANÊ LI BENDA ERÊKIRINA PARLAMENTOYÊ YE’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha got: "Çavê gelê Lubnanê li Qesra Unesco ya li Beyrûtê ye ku dê deriyên xwe îro veke û dê daxuyaniya wezîrên hikumeta nû ku di 10`ê Îlonê de hate avakirin, nîqaş bike û baweriyê ji parlamentoyê bigere. Êdî bi erêkirina parlamentoyê dê hikumeta nû dest bi erka xwe bike."

‘NÎQAŞÊN MISIR-ÎSRAÎLÊ JI BO VEJANDINA DAN Û STANDINÊN BI FILISTÎNÊ RE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî nîqaşên Misir-Îsraîl têkildarî vejandina rêya dan û standinê di navbera Îsraîl û Filistînê de wiha nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid re axivî û behsa helwesta Qahîreyê ji girîngiya vejandina dan û standinên di navbera Filistîn û Îsraîlê de kir."

(bx)