Ciwaneke êzidî bû du car ji aliyê çeteyan ve tê revandin

Jina ciwan a Êzidî Arîn Delê Hesen bû du car ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tê revandin.

Ciwaneke êzidî bû du car ji aliyê çeteyan ve tê revandin
17 îlon, 2021   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyin ragihandin çeteyên "El-Hemzat" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker careke din jina ciwan a Êzidî Arîn Delê Hesen revand û li bermaberî serbestberdana wê hezar dolar xwestine.

/ar/uploads/files/2021/09/17/131503_llmrh-althanyh..-mrtzqh-alahtlal-altrky-tkhttf-ftah-iyzydyh-mn-nahyh-shyrawa.webp

Arîn ji gundê Kîmar ê navçeya Şêrawa ye, 27'ê Sibata 2020'î de jî ji aliyê çeteyên koma El-Hemzat a bi serkêşiya Ebû Şahir Hemzat ve hatibû revandin û derdora salekê di girtîgehên dagirkeran de ma. Arîn yek ji wan jinên di girtîgeha Efrîn a navendî (Asayîş) a berê ya li taxa Mehmûdiyê de bû ku dîmenên wan belav bibûn.

Heya niha çarenûsa Arîn nayê zanîn.

ANHA