Piştî kêmkirina avê çemê Xabûrê xetereya laşmanyayê zêde dibe

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ji bihara 2013`an ve av bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve kêm kir, li qiraxên çemê Xabûr golegenî çêbûne û bûye navenda belavbûna mêşa qûmê ku dibe sedema belavbûna nexweşiya laşmanyayê.

Piştî kêmkirina avê çemê Xabûrê xetereya laşmanyayê zêde dibe
17 îlon, 2021   09:59
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava çemê Xabûr ji ser herêmên rojhilatê Sûriyê didomîne, qiraxên çemê Xabûrê veguheriye golên biçûk ên ava qirêjî.

Ew gol bûn sedema belavbûna mêşa qûmê ya ku nexweşiya laşmanya bi awayekî berbiçav li gund, bajarok û navçeyên ku li kêleka çemê Xabûrê, her wiha navçeya Til Temirê ya li bakurê rojavayê Hesekê, belav dike.

Têkildarî tedbîrên ku ji hêla şaredariya navçeyê ve hatine girtin, serokê beşa hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Til Temirê Ehmed El-Hayês destnîşan kir ku dermanê mêş û mûran li kolanan direşînin, lê miqdar û rêjeya hindik têrê nake ku rê li belavbûna wê mêşê bigire.

El-Hayês destnîşan kir ku ji ber kêmbûna derfetan, şaredariyê nekarî têra xwe derman peyda bike û wiha got: “Ruxmî wê jî em ji şêniyên navçeyê re teqez dikin ku tevî derfetên me kêm in jî lê belê em ê li çareseriyan bigerin.”

Dirêjahiya çemê Xabûr 312 km ye ku dikeve rojhilatê Sûriyê di herêmên Serêkaniyê û Til Temrê re derbas dibe û tev li çemê Ceqceq dibe.

Rayedar diyar dikin ku mêşa ku laşmanyayê belav dike, zêde bûye û ji ber wê rojane zêdetirî 7 bûyerên laşmanyayê ji xelkê navçeyê tên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeyê.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn, Hesen Emîn ji ajansa me re got: "Ji ber ku dagirkeriya Tirk ava çemê Xabûrê qut kir, Xabûr veguheriye golên avê yên qirêjî ku atmosferekê ji belavbûna mêşa qûmê re amade dike.”

Emîn wiha lê zêde kir: "Îsal, hejmareke mezin ji nexweşên laşmanyayê hene ku herî dawî 565 kes e. Her wiha lênihêrîna tenduristî û dermanên pêwîst ji hêla Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji wan re têne peydakirin, lê dîsa jî ne bes in."

Emîn banga peydakirina derman û amûrên pêşîlêgirtinê kir û teqez kir ku ew ê di vî warî de hîna ji tu rêxistinan alîkariyê wernegirtine û got: "Em hêvî dikin ku piştgiriya tenduristî ya pêwîst ji bo kêmkirin û dermankirina nexweşiyê bidin.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/55b8xrQ9cIc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>