Awisturya: Tirkiye dosyaya penaberan ji bo zexta li YE`yê bi kar tîne

Awisturyayê dewleta Tirk bi bikaranîna dosyaya penaberan wekî amûreke zextê li dijî YE`yê û ji bo berjewendiyên taybet, tawanbar kir.

Awisturya: Tirkiye dosyaya penaberan ji bo zexta li YE`yê bi kar tîne
17 îlon, 2021   10:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Kar û Barên Yekitiya Ewrupayê (YE) ya ji Awisturyayê Karoline Edtstadler got, “Tirkiye koçberiyê û penaberan wekî amûreke zextê li dijî YE`yê bi kar tîne. Em qebûl nakin ku ne Tirkiye, ne Belarûs, ne jî welatekî din me şantaj bike.”

Karoline bang li YE`yê kir ku li hemberî hatina penaberan hem ji welatên xwe hem jî ji welatên ku wekî nuqteyên derbasbûna YE`yê bi kar tînin, tedbîrên komî bigire.

(cx)