Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 508 kesên din bi Koronayê ketin

Deseteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 508 kesên din bi Koronayê ketine, 8 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 508 kesên din bi Koronayê ketin
16 îlon, 2021   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr, Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û 508 kesên din jî bi Koronayê ketine. 

Mistefa desntîşan kir ku kesên bi Koronayê ketine 330 mêr, 178 jî jin in.

Desteya Tenduristiyê her wiha ragihand ku 14 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 23 hezar û 964 kes bi Koronayê ketine, 824 keasn jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 42 kes baş bûne.

(cx)