Gerînendetiya Sotemeniyê ya Qamişlo dest bi belavkirina mazotê kir

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Qamişlo beriya demsala zivistanê dest bi belavkirina mazotê kir. Dê 440 lître mazot ji her malbatekê re bê dayîn.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Qamişlo dest bi belavkirina mazotê kir
15 îlon, 2021   06:54
QAMIŞLO

Gerînendetiya Sotemenî ya kantona Qamişlo dest bi belavkirina mazotê li ser tax û navçeyên bajêr kir. Ji bo ku xebatên xwe bi rêxistin bikin, gerînendetiyê îsal pergala kartên sotemeniyê guhart û li şûna wan kartên bikod bi kar anîn.

Gerînendetiya Sotemeniyê îsal girîngî da gund û şaredariyan, her ji bajarokê Kerbawî, Sîkar, Çilaxa û Koçerat dest pê kir û dê li bajarokê Tenoriyê yê Qamişlo dewam bike.

Her malbatek dê 440 lître mazot bi nirxê 75 lîreyên Sûriyê hilde û hejmara malbatên li gerînendetiyê hatine tomarkirin derdora 40 hezarî ye û dema ku meclisên wan kartan radestî şêniyên bikin, dê mazotê li ser bajar û navçeyan belav bikin.

Mazot bi rêya sîtêrên taybet bi hevkariya komînan belav dikin. Têkildarî derengmayîna belavkirina mazotê li herêma Cizîrê li gorî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriye, rêveberê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê Ebdulselam Ebas ji ajansa me re diyar kir ku zext hebû, ji ber destkda beşa çandiniyê li herêma Cizîrê.

Li gorî Ebdulselam Ebas, mîqdara mazotê ya ku dê di herêma Cizîrê de îsal were belavkirin, derdora 200 milyon lître ye.

Ebas bang li şêniyên ku kartên nû negirtine ku li komîn û meclisên xwe wergirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1c7rI6yv5-s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>