​​​​​​​Dewleta Tirk hewl dide careke din têkiliyan bi Misirê re deyne… gelo dê bi ser bikeve?

Têkiliyên Misir û Tirkiyê ji ber bêcidiyeta Tirkiyê, nepêkanîna şertên Misirê yên girêdayî Îxwan El-Muslimîn, vekişandina çeteyên sûrî ji Lîbyayê, her wiha ji ber destwerdanên Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê bi ser neketin. Niha Tirkiyê hewl dide careke din têkiliyan bi Misirê re deyne. Gelo dê pêşeroja van têkiliyan çawa be?

​​​​​​​Dewleta Tirk hewl dide careke din têkiliyan bi Misirê re deyne… gelo dê bi ser bikeve?
15 îlon, 2021   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Piştî ku gera yekemîn a diyalogên Misir û Tirkiyê di Gulana borî de bi bin ketin, Tirkiyê careke din banga diyalogên nû bi Misirê re kir.

7 û 8'ê Îlonê gerên nû yên diyalogan di navbera Misir û Tirkiyê de dest pê kirin. Li gorî daxuyanya hevbeş, her du aliyan li ser berdewama şêwiran li hev kirine da ku gavên normalîzekirina têkiliyan di navbera her du welatan de biavêjin.

Wezîrê karên derve yê Misirê di daxuyaniyê de got: "Her du şandeyan dozên hevbeş, gelek mijarên herêmî mîna Lîbya, Sûriyê, Iraq, Filistîn û Rojhilata Navîn nîqaş kirin û li ser berdewama şêwiran li hev kir. Her wiha teqez kirin ku dixwazin pêşketin di van nîqaşan de çêbin û pêwîstî bi gavên nû ber bi normalîzekirina têkiliyên her du aliyan ve hene."

Skynews jî li ser zimanê çavkaniyên xwe yên diplomatîk got Misir bi Tirkiyê re gelek dosyayên herêmî, di serî de dosyaya Lîbya, Iraq û Sûriyê nîqaş kirin. Misirê teqez kir ku ew binpêkirinên Tirkiyê yên li her sê welatan red dike.

Dewleta Tirk li Sûriyê gelek dever dagir kirine, her wiha bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî êrişên dagirkirinê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Li aliyekî din jî bi hebûna artêş û çeteyên xwe li Lîbyayê ye.

Li ser gera duyemîn a diyalogên destpêkê yên di navbera Misir û Tirkiyê de, wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî roja çarşema borî di hevdîtineke li gel ajansa Bloomberg News a Amerîkayê de got: "Bawer im ku bi rêya vê pêvajoyê divê em encamên tora duyemîn a dan û standinan binirxînin, bi taybet mijara têkiliyên dualî, gelek girtekên ku Tirkiyê girtine pêwîstiya wan bi çareseriyê hene. Dema ku ez rihetiyê li hemberî van mijaran hîs bikim dê derî li ber gelek pêşketinan vebin."

Li ser pirsa divê Tirkiyê çi bike ji bo ku têkilî vegerin, Şukrî ev bersiv da: "Misir nirxandin û daxwazên xwe nîşanî aliyê Tirk kirin. Bawer im Tirkiye vê baş fêm dike û dikare van mijaran pêk bîne. Em bi hêvî ne ku Tirkiye van mijaran pêk bîne da ku em bikarin gavan biavêjin."

ŞERTÊ NORMALÎZEKIRINÊ; DOSYAYA LÎBYAYÊ Û ÇETE

Çavkaniyekî dîplomatîk ji ajansa Tas a Rûsyayê re got: "Di şêwirên dîplomatên Misir û Tirkiyê de ku li Enqereyê pêk hatin, pirsgirêkên vekişandina leşkerên Tirk û çeteyên biyanî ji Lîbyayê hatin nîqaşkirin. Niha dora Tirkiyê ye, em li bendê ne ku helwesteke dawî girêdayî rûdanên li Lîbyayê, her wiha vekişandina hêzên wê yên çekdar û çeteyên biyanî nîşan bide."

Çavdêr diyar dikin ku devera girîng a ku dê normalîzasyon lê were ceribandin Lîbya ye ku ber bi hilbijartinên 24'ê Kanûnê ve diçe. Misir hêvî dike ku hemû hêzên girêdayî Tirkiyê ji Lîbyayê derkevin.

Li ser gera nû ya di navbera Misir û Tirkiyê de, pispor û mamosteyê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris got: "Vê dawiyê li Tirkiyê gera duyemîn a diyalogan di navbera Misir û Tirkiyê de dest pê kir. Ev ger hewldaneke ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Tirkiyê re ye ku ev 8 sal e qut bûne. Ev serdan li ser banga wezîrê karên derve yê Tirkiyê hat ku gelek nîşaneyên wê yên zelal hene; Tirkiye pir dixwaze ku têkiliyên xwe bi dewleta Misirê re vegerîne. Misir di gelek dozên erebî û herêmî de hêz û girêdaneke xurt nîşan da û xwedî roleke pêşeng di xebatên çareserkirina hemû dozan de bû."

Faris bal kişand ser rewşa zehmet ku Tirkiyê tê de ye, nakokiyên wê,  aloziyên wê bi dewletên cîran Qibris, Yewnanistan, Yekitiya Ewropayê û Amerîkayê re, her whia aloziya wê ya aborî.

Misir bi rêya têkiliyên xwe yên bi dewletên erebî û herêmê re hewl dide pirsgrêkên herêmê çareser bike, di nav de rewşa Filistînê, peymana çaralî ya derbaskirina enerjiyê ji bo Lubnanê ku di aloziyeke aborî de tengijiye û gelek pirsgirêkên din. Ji ber vê yekê Tirkiyê hewl dide xwe nêzî Misirê bike.

Dr. Hamid Faris diyar kir ku têkilî hêdî diçin, ji ber ku Tirkiye şertên Misirê bi cih nayne û wiha pê de çû: "Em dibînin, ji bo ku nêzbûn çêbe, divê kar li ser erdê bê kirin, ne tenê axaftin bin. Ji ber vê yekê tevî gelek rûniştinên destpêkê yên di gera duyemîn de em dibînin ku derengbûn di başkirina têkiliyên Misir û Tirkiyê de hene. Ji ber ku ser pirsgirêkên herêmî û navneteweyî de lihevkirin tune ne."

Der barê mijarên nakok de, Faris got: "Ji dozên herî girîng ên nakok; vekişandina hêzên Tirkiyê li Lîbyayê û rawestandina destwerdana wê di kar û barên hundirîn ên welatên erebî (SûriyE, Iraq û Lîbya), tevkariya di dosyaya gaza Rojhilata Navîn de, binpêkirinên wê li ava herêmê, nerêzdariya li hemberî rêgaza cîrantiyê ye. Tirkiyê jî xwest der barê gaza Rojhilata Navîn û xêzkirna sînorê deryayî di navbera wan de koordîne bike."

Faris her wiha îşaret pê kir ku Tirkiye nahêle Îxwan El-Muslimîn bi rêya ragihandina xwe êrişî Misirê bike, Misir jî ev bi gaveke erênî bi nav kir û wiha domand: "Tirkiyê gaveke erênî avêt ku nahêle rojnamevanên Misirê yên li ser xaka wê bernameyên xwe biweşîne. Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî ev gav erênî nirxand."

Dewleta Tirk berî demekê nehişt ku rojnamevanên misirî yên girêdayî Îxwanên El-Muslimîn ên li Tirkiyê bi rêya ragihandina xwe êrişî Misirê bikin. Her wiha Misir ji Tirkiyê dixwaze ku Îxwan El-Muslimîn ên destên wan di qetilkirina sivîlan de hene, radest bike.

Der barê siyasetên Tirkiyê yên dijberî dewletên herêmê de Faris ev nirxandin kir: "Bi giştî heya vê kêliyê Tirkiyê nêzîkatiyên xwe yên dijber ên têkbirina ewlehî û aramiya herêmê li hemberî dozên bi nakok ên bi Misirê re, mîna şandina çeteyên biyanî ji bo Lîbyayê, dagirkirina bakurê Sûriyê, binpêkirina serdestiya Iraqê neguhertiye, her wiha li ser asta nakokiyên du alî, em dibînin ku dosyaya Îxwan El-Muslimîn û radestkirina wan ên sereke ne."

Pispor û mamosteyê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris li ser hebûna çeteyên sûrî yên li Lîbyayê got: "Misir li ser vekişandina milîs û hêzên biyanî yên li rojavayê Lîbyayê tawîzan nade. Ji ber ku hebûna wan gefeke eşkere li ewlehiya neteweyî ya Misirê dixwe. Her wiha hebûna wan gefê li dewletên cîranên mîna Tunis, Cezaîr û tevahî herêmên erebî dixwe. Nemaze ku hikumeta nû ya Lîbyayê bang li Tirkiyê kir ku tevahî hêzên biyanî ji Lîbyayê derxe. Dîsa jî Lîbya li pêşberî hilbijartinên serokatiyê ye ku dê 24'ê Kanûnê werin lidarxistin. Ev hemû gefên eşkere li hemberî pêkanîna hilbijartinan di dema xwe de ne."

ANHA