​​​​​​​Malbatên şehîdan: PDK'ê nûnertiya xeta xiyanetê dike

Malbatên şehîdan diyar kir ku PDK'ê nûnertiya kurdan neke û tevkariya wê ya bi dewleta Tirk re bi "Xiyanetê" bi nav kir. Malbatên şehîdan bang li PDK'ê kir ku çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: PDK'ê nûnertiya xeta xiyanetê dike
15 îlon, 2021   03:17
HELEB- ARIF SILÊMAN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rasterast tevkariya dewleta Tirk a dagirker di êrişên wê yên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dike. Hê jî agahî ji koma gerîlayan a ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatine revandin, nehatiye girtin.

Malbatên şehîdan helwestên PDK'ê şermezar kirin û banga eşkerekirina çarenûsa gerîlayên revandî kir.

Bavê şehîd Xebat, Elî Hesen êrişên PDK û artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê şermezar kirin û êriş bi "xiyanetê" bi nav kir.

Hesen anî ziman ku PDK'ê nûnertiya doza gelê Kurd nake, lê nûnertiya xeta dewleta Tirk a dijmin dike û got: "Em malbatên şehîdan vê xiyaneta ku li dijî me û zarokên me yên şehîd tê kirin ji bîr nakin. Ev êriş û sûcên ku ji aliyê PDK'ê ve tên kirin ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ne cuda ne."

Hesen destnîşan kir ku PDK'ê  her tim ji bo berjewandiya malbata Mesûd Barzanî dixebite û xiyanetê li gelê xwe dike û wiha pê de çû: "Li Başûrê Kurdistanê êrişî kurdan dikin û piştgiriyê didin dewleta Tirk ku kurdan bigirin."

Hesen wiha bi dawî kir: "Çi dikin bila bikin, ew ê negihêjin armancên xwe. Berxwedana me ji xiyaneta wan mezintir e."

Bavê şehîd Rifet Engîzek, Mûrad Hisên diyar kir ku PDK'ê ji salên 90'î ve heya îro bi Tirk a dagirker re hevkar e û bi armanca bidawîkirina hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê alîkariya dagirkeriyê dike ku êrişî gerîla bike. Her wiha got: "PKK'ê ya ku xeta şehîdan dişopîne û bi milyonan mirov dane ser şopan wê wê tu kes nikaribe wê tune bike."

Hisên da xuyakirin ku li çiyayên Kurdistanê bi dehan gerîla ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin şehîdxistin û got: "Em vê xiyaneta li dijî me qebûl nakin, PDK'ê dê bedelê bidin, em ê li kêleka hêzên xwe yên ku li çiyayên Kurdistanê ji bo gel û doza xwe şer dikin bisekinin."

Der barê revandina komeke gerîla de, Hisên bang li PDK'ê kir ku tavilê çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike û wan serbest berde.

Dayika şehîd Nûrheq, Fikret Mihemed got: "Em dayikên şehîdan vê xiyaneta li dijî me û gelê Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Divê gelê Başûr li hemberî siyaseta PDK'ê û dewleta Tirk serî hilde. "

Fikret Mihemed her wiha bang li PDK'ê kir ku çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike û wan berde û got: "Divê her kurdek ji gelê xwe re ne ji dijminê xwe re xizmet bike."

(dx)

ANHA