Duran Kalkan: AKP-MHP dixwazin ji bo dagirkeriyê ji xwe re zemînekê çêkin

Endamê Komîteya Rêbever a PKK’ê Duran Kalkan destnîşan kir ku AKP-MHP dixwazin ji bo dagirkeriyê ji xwe re zemînekê çêkin û got “Dîktatoriya faşît a AKP-MHP’ê bi tenê armanceke xwe heye; li dijî PKK’ê êrişên xwe bi plankirî pêk bîne, berfireh bike û êrişên ji bo qirkirina Kurdan zêdetir bike. Çawa ku li Bakur teror û qetlîam zêde kirine, êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûr jî dê hewl bide zêdetir bike.”

Duran Kalkan: AKP-MHP dixwazin ji bo dagirkeriyê ji xwe re zemînekê çêkin
15 îlon, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan ku beşdarî bernameya taybet Medya Nûçe Tv bû û îşaret bi hevdîtina dewleta Tirk a bi îstîxbarata Sûriyê re ya li Bexdayê kir. Kalkan got: "Ev hemû di rastiyê de ji bo êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Rojava û Başûr tên kirin û hewl didin zemînekê bi dest bixin, êrişên qirkirinê bêhtir bi bandor pêk bînin. Ji vê wêdetir ne tiştek e."

Duran Kalkan di nirxandina xwe ya li ser Rojava û Sûriyê de wiha got:

"Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire serî li du rêbazên bingehîn dide;

* Ji bo teror zêdetir bibe û komkujî, tepisandin, çewisandinê pêk bîne, guh nade tu rêgezên exlaqî, zagonî û ji bo pêkanîna rêbazên xwe yên nemerdane.

* Ya din jî xwe-bazarkirin e. Ji bo piştgiriyê li seranserê cîhanê digere, lavayan dike, derfetan pêşkêş dike. Jê re dibêjin dîplomasî. Bi vî navî ber bi Amerîka, Rûsya, Ewropa, Îran, Iraqê ve dibeze û niha jî ber bi Sûriyê ve dibeze. Nabêje ew xurt e, lawaz e, dost e, yan jî dijmin e. Jê re ferqa xwe tune ye. Ji bo ku fersendê peyda bike û ji bo ku qirkirina Kurdan pêk bîne, desteka manewî û madî bistîne, li her deverê tev diğere, lavayan dike û li ber her derî digere.

 ‘HEWL DIDIN EMRÊ XWE DIRÊJ BIKIN’

Ev rastiyeke zelal e. Ev nîşaneyên hilweşînê ne û ji bo pêşî li hilweşînê bigire, vê yekê dike. Ev ne nîşaneya hêzê ye, li ber hilweşînê ye. Ji bo ku bikarin sax bimînin, vê dikin. Dibe ku emrê xwe hinekî dirêj bike.

Em bi baldarî dişopînin. Li Iraqê gotin civîna dewletên cîran. Em fehm nakin ku Fransa cîranê çi ye. Fransa tev lê bû, gotin li ser navê NATO'yê tev lê bû. Serokkomarê Fransayê li Iraqê geriya. Li dijî Tirkiyê hin tişt gotin, lê piştre li Maxmûr, Şengal, Zaxoyê dan. Piştî wê jî deng dernexistin. Di wê civînê de li hev kirin ev e? Em nizanin bê ka ev hêz destekê didin van êrişên AKP-MHP'ê yan jî di nava xwe de rageşiyên wan hene. Divê ev kombûna dewletên cîranên Iraqê ne kombûneke li dijî Kurdan be û kombûna rêvebirina Kurdistanê be. Berê Pakta Bexdayê hebû, Sento hebû. Piştre piştî şikestinê behsa civîna cîranan li Sûriyê kirin, civîna cîranên Iraqê kirin û ji bo hevkarî û piştgiriya êrişên qirkirinê yên li ser Kurdistanê di demên dawî de civîn li dar xistin.

Em hêvî dikin ku ne wisa be. Yanî heke rewş bi vî rengî be, ev hevdîtinên xeternak in. Ez dikarim bibêjim ku hevdîtinên şaş zirarê didin xwediyên xwe. Dê zirarê bide Iraqê. Piştre berê xwe dide dan û standinên dualî. Hewl dide bi Îranê re dan û standinan bike. Dibêjin ew diçe Iraqê. Hakan Fîdan ê Tayyîp Erdogan, li Bexdayê ye, li vê derê bi şefê îstîxbarata navxweyî yê Sûriyê re hevdîtin kir. Bi xwe re nabînin biçin Sûriyê. Çi bû? Sûriyê daxuyaniyeke biçûk da. Yekser mudaxele li hikumeta Sûriyê dikin. Em vê fehm dikin.

Ev hemû di rastiyê de ji bo êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Rojava û Başûr tên kirin da ku zemînekê bi dest bixin, êrişên qirkirinê bêhtir bi bandor pêş bixin. Ji vê wêdetir ne tiştek e.

Rêveberiya Tayyîp Erdogan, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê tenê armanceke xwe heye. Dê êrişên xwe yên li dijî PKK'ê hîn bêhtir bi plan, berfireh bike û êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan zêdetir bike. Dê teror û komkujiyên li Bakur zêde bike û dê hewl bide êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û Başûr bêhtir bi pêş bixe. Hin derdor bi rengekî vekirî dinirxînin, dibînin. Jê re dibêjin faşîzma AKP-MHP'ê. Li derfetan digere, li piştevaniyê digere, derfetên bicihanîna planên nû peyda dike. Ev rastiyek e. Ev yek nîşaneya hilweşînekê ye. Dikare êrişên nû bi pêş bixe. Wek tevger û gel em li ber xwe didin. Di vê wateyê de xema me tune ye. Em bi rûmet in, bi şeref in, serbilind in. Em berdêla vê yekê jî didin. Ji ber vê yekê em li xapandinê nagerin. Em dixwazin tu kes jî wisa li pey lîstokan be. Firotina rûmet û nirxên mirovan ji bo berjewendiyên biçûk nabe. Ev pir, pir girîng e. Divê tu kes piştgiriyê nede Tirkiyê. Bi taybetî divê hikumetên Sûriye û Iraqê baldar bin. Dê zirarê bide wan.

Divê tu kes nebe alîgir, piştgir an jî hevkarê van êrişên qirkirina gelê Kurd ên AKP-MHP’ê. Ji vê yekê tu feydeyek ji wan re çênabe. Her çend qezenceke kêm bi dest bixin jî, di dawiyê de dê gelekî ji wê zêdetir zirarê bibînin. Rojek dê bê, ev sûcê li dijî mirovahiyê dê bike ku ji kirinên xwe şerm bikin. Dê hesabê van ji wan were pirsîn. Divê ev bê zanîn.”