​​​​​​​Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin

Meclisa navçeya Kobanê ji bo nirxandina geşedanên dawîn civînek ji şêniyên Kobanê re li dar xist.

​​​​​​​Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin
14 îlon, 2021   13:11
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî tev li civînê bûn ku li hola Firatê li dar ket.

Di civînê de hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û behsa armancên lidarxistina civînê kir.

Paşê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger axivî û got: “Şoreşa Rojava berdewam e, gelek komplo li dijî gelê me hat kirin, lê me ew planên dijmin hemû şikandin. Divê em destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin.”

Zelal Ceger destnîşan kir ku çi dibe bila bibe tevî şerê taybet ku li dijî herêmê tê meşandin, lê divê gel dev ji têkoşînê ber nede û teqez dê bi ser kevin.

Her wiha hevseroka TEV-DEM berxwedana destanî ya ku li Kobanê li dijî DAIŞ`ê sala 2014`an û berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk çi li Efrînê yan jî Girê Spî yanî li Serêkaniyê hatiye nîşandan silav kir û got, berxwedan heta roja me ya îro berdewam e.

Der barê tevgerên siyasî yên li ser qada Sûriyê pêk tên de Zelal Ceger got: “Civînên Cinevê hemû bi bin ketin. Ji ber ku nûnertiye me û Sûriyê nakin. Divê civîn li Sûriyê li dar kevin.”

Têkildarî helwesta hikumeta Şamê Zelal Ceger destnîşan kir ku dan û standin bi hikumeta Şamê re hebûn lê bê encam in.

Di dawiyê de Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî hemû astengî û pirsgirêkên ku li ser hemû astan derdikevin holê berxwedan û têkoşînê mezin bikin û xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin û pê re hevkar bin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/avkwaUlLnUg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>