Dagirkeriya Tirk sûcên li dijî jinên Efrînê yên revandî didomîne

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî jinên Efrînê yên revandî‏ ‏di gel ‎bêdengiya civaka navneteweyî, berdewam dike.‎

Dagirkeriya Tirk sûcên li dijî jinên Efrînê yên revandî didomîne
12 îlon, 2021   07:42
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Piştî ku dewleta Tirk a faşîst kantona Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de dagir kir, navend û ‎dibistanên wê xistin girtîgehên nepen ku çarenûsa revandiyên di hundirê wê de nayê ‎zanîn.

Ev girtîgehên nefermî ji hêla MIT’ê Tirk û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve tên birêvebirin.‎

‎Her wiha jinên li herêmên dagirkirî rastî tevahî ‎cureyên sûcan tên, ji qetilkirin, tecawîzkirin, revandin, xwekuştin, li gel wê jî koçberiya bi ‎darê zorê.

DI GIRTÎGEHA RAÎ DE HIN JINAN AGIR BERDA BEDENA XWE

Di hevpeyvîneke ajansa me di 9’ê vê Îlonê de weşandibû, Resûl Xelîl ê ku çeteyên ‎dagirkeriya Tirk revandibû û xistibû girtîgeha Raî piştrast kiribû ku 3 keçan da ku tu agahiyên ‎li ser sivîlan nedin û zirar negihîne wan, agir berdan canê xwe.‎

‏

Li aliyekî din jî sivîlê (W. C) ku di girtîgeha Raî de girtîbû û piştî dayîna fîdyeya 3 hezar û 500 ‎dolar di 10’ê vê Îlonê de serbest hat berdan di hevpeyvîneke ji ajansa me re di 7’ê Tebaxa ‎borî de li ser îşkenceya di girtîgehê de axivî. W.C piştrast kiribû ku du jinan red kir ku sûc û ‎destdirêjî li dijî wan pêk werin û ji ber wê agir berda canê xwe û mirin.

Girêdayî vê mijarê, sûc û kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên‏ ‏wê yên li dijî jinên li herêmên ‎dagirkirî, Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma wiha got: "Ji ‎destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ve, rêze revandinên sivîlan dest ‎pê kirin û heta roja îro berdewam in. Bi wê re zêdetirî 7 hezar sivîl ji her du zayendan hatin ‎revandin û veşartin û çarenûsa wan heta niha ne diyar e."‎

Evîn Cuma wiha domand: "Xwegihandina belgekirina sûcên li dijî sivîlan û şahideyên wan ‎gelekî dijwar e, bi taybet sûcên li dijî jinan pêk tên. Di rewşên normal de jî şênî naaxivin, ‎nexasim ger mijar girêdayî jinan be."

KESÊN TÊN REVANDIN Û DIKEVIN GIRTÎGEHAN ÇARENÛSA WAN NE DIYAR E

Evîn Cuma destnîşan kir ku Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê piştî hin jinên Efrînê ji ‎girtîgehê derketin bi dijwarî xwe gihand wan û wiha domand: "Wan jinan got piranî girtîgeh ‎bi girtîgehên îşkenceyê tên nasîn, ji wê zêdetir jî çarenûsa gelek ji kesên ketine girtîgehan ‎ne diyar e û hinek hene piştî dayîna pere derdikevin."

‎ ‎Evîn Cuma da zanîn ku ew jin li ser sûcên tecawîzên hovane û revandinê ku artêşa Tirk a ‎dagirker û çeteyên wê pêk anîne şahid bûn û wan ev yek tehemûl nekir û got:"Ji ber wê bi gelek ‎rêbazan xwe kuştin, heta 3 jin piştî derketina ji girtîgehê xwe kuştin ew jî ji ber fişara derûnî ya ku di girtîgehê de, dîtin."

 Evîn Cuma diyar kir ku sûcên tecawîz, sebî û çewisandina ku li dijî jinan pêk tên bi erêkirina yekser a dewleta Tirk e. Bi wê re bi rojane bi dehan jin û keç dibin qurban, nexasim zarok. ‎‏                                                                                                  ‏

‛SÛC BI ÇAVDÊRIYA EFSERÊN TIRK PÊK TÊN’

Evîn Cuma eşkere kir ku ev tevahî sûcên ku girtîgehan de pêk tên di bin çavdêriya berpirs  û efserên Tirk pêk tên û gelek şahidên daxuyand ku efserên Tirk vê yekê dizanin û di bin çavdêriya wan a yekser de pêk tên. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker qanûna mafên mirovan a navneteweyî bin pê dike û divê yekser were muhasebekirin.

Evîn Cuma bal kişand ser hedefgirtina jinan bi taybet ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve  û wiha anî ziman: "Armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina jinan, hedefgirtina civakê, binpêkirina adet û kevneşopiyên wan herêman e. Ji ber şêniyên resen bi xaka xwe ve girêdayî ne. Lê dema jin tên hedefgirtin, neçar dimînin ku herêmê bihêle ku jin û zarokan biparêzin. Bi wê re demografiya herêmê tê guhartin. Ji ber malên şênî ji ber zextê berdin û koçber dibin malbatên çeteyan desteser dikin. Armanca sereke ji hedefgirtina jinan koçberkirina şêniyên Efrîn e."

‛PAŞGUHKIRINA SÛCÊN TIRKIYÊ BI ZANABÛN E’

Girêdayî vê yekê Evîn Cuma axivî ku Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ji bo belgekirina sûcan têkilî bi gelek aliyên peywendîdar re danîne, jê jî komîteya navneteweyî ya belgekirina sûcên taybet li dijî mafên mirovan li Sûriyê. Li gel wê jî gelek belgeyên li ser sûcan ji wan aliyan re hatin şandin û têkilî bi şahidan re bi awayekî yekser ji hêla wan rêxistinan ve hatin danîn û wiha dewam kir:" Lê tevî ku komîteya navneteweyîa ya belgekirina sûcên li dijî mafên mirovan li Sûriyê gelek rapor weşandin, hîna tu gavên cidî ji bo rawestandina van sûcan nehatin girtin da ku parastina berjewendiyên navneteweyî were kirin."

Evîn Cuma bêdengiya navneteweyî şermezar kir, ji ber heta niha tu sînorek ji van kiryar û sûcan re dananiye, çete û berpirsên Tirk ên çavdariya yekser li ser van girtîgehan dikin nehatin muhasebekirin.

Di dawiyê Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma bang kir ku divê sînorek ji sûcên li Efrîna dagirkirî pêk tên were danîn, dagirker bê bidawîkirin, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bên derxistin û jinûve herêmê li şêniyên wê vegere.

 (fr)

ANHA