Têkildarî rol û bandorên ragihandinê panelek hate lidarxistin

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê têkildarî rola ragihandinê û bandorên wê yên erênî û neyinî li civakê panelek li dar xist.

Têkildarî rol û bandorên ragihandinê panelek hate lidarxistin
Têkildarî rol û bandorên ragihandinê panelek hate lidarxistin
Têkildarî rol û bandorên ragihandinê panelek hate lidarxistin
Têkildarî rol û bandorên ragihandinê panelek hate lidarxistin
Têkildarî rol û bandorên ragihandinê panelek hate lidarxistin
7 îlon, 2021   15:17
TEBQA

Panel bi navê "Ragihandin û bandora wê li civakî" li navenda çandê ya bajarê Tebqayê hate lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqa, meclisên leşkerî, partiyên siyasî û şêniyên bajar beşdarî panelê bûn.

Panel ji aliyê cîgira serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Nuha Şiêtat, serokê nivîsgeha perwerdê ya partiyê Îyad El-Xetîb û endamê nivîsgeha disîplînê ya partiyê Ebdullah Aslan hate birêvebirin.

Panel ji du mijarên sereke pêk tê. Ya yekemîn; bandora ragihandinê li gel û bikaranîna wê ji aliyê desthilatdariyê ve ku rastiyê biguhere û berovajî dike.

Di vê mijarê de bal hate kişandin çawa ku dewletên mezin ragihandinê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û bandorên wê yên neyinî li gel.

Mijara duyemîn bi navê "Ragihandin û şerê taybet "bû. Ev mijar ji aliyê Ebdullah Aslan ve hate şîrovekirin. Aslan têgeha şerê taybet, çawa tê meşandin û propagendayê wê tê kirin şîrove kir û got: "Şerê taybet di ragihandinê de ji şerê leşkerî xurttir e. Gelek kes tiştên ku dibihîzin bawer dikin bêyî ku li rastiyê bigerin."

Her wiha destnîşan kir ku raghandin amûra sereke ya niha ku di şerê taybet de tê bikaranîn da ku berjewendiyên dewletan pêk bîne, rastiyan berovajî bikin û raya giştî bixapîne.

Panel bi nîqaş û bersiva pirsan li ser mijarê bi dawî bû.

ANHA