​​​​​​​Hêzên rejîma Îranê kolberekî din qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand, di encamê de kolberek jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Hêzên rejîma Îranê kolberekî din qetil kir
6 îlon, 2021   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Kolbernews’ê ragihand ku li ser sînorê bajarê Pîranşarê kolberek din ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin.

Li gorî Kolbernews’ê, kolberê bi navê Mihemed Xalid Ebdullahzadeh ku bavê 2 zarokan bû, li bilindahiyên herêma sînorî ya Hecî Omranê dibe armanca guleyên hêzên rejîma Îranê û jiyana xwe ji dest dide.