​​​​​​​Nivîsgeha Dozên Hiqûqî ya Rêveberiya Xweser banga serbestbedana nûnerê xwe kir

Hevserokê Nivîsgeha Dozên Qanûnî ya Rêveberiya Xweser li herêma Firatê, parêzer Welat Hemê piştrast kir ku girtina nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê binpêkirina qanûn û pîvanên dîplomatîk e.

​​​​​​​Nivîsgeha Dozên Hiqûqî ya Rêveberiya Xweser banga serbestbedana nûnerê xwe kir
6 îlon, 2021   04:15
KOBANÊ

Desthilatên PDK’ê ji 10’ê Hezîranê ve nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê revandine, ev kiryar li dijî urf û nirxên mirovî ye.

Hevserokê Nivîsgeha Dozên Hiqûqî ya Rêveberiya Xweser li herêma Firatê, parêzer Welat Hemê got girtina nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê binpêkirina qanûn û pîvanên dîplomatîk, siyasî û mafên mirovan e.

Hemê wiha domand: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji jiyana Cîhad Hesen berpirsiyar e, bi taybet piştî ku di derbarê rewşa tenduristiya wî ya xirab di zindana Başûrê Kurdistanê de hate belavkirin. Girtina kesekî berbiçav bêyî ku tu tawan li dijî hebin, binpêkirina hemû qanûnên mafên mirovan e."

Welat Hemê wiha lê zêde kir: "Qanûnên dîplomatîk hene ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li gorî wan tev bigere ku tê de şert û mercên neyasayî û neqanûnî li dijî dîplomatan nakin, qanûnên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan diparêzin, her wiha revandina nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen jî berovajî van nirxan e."

Hemê destnîşan kir ku girtina nûnerê Rêveberiya Xweser aloziya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de zêdetir dike û rêya diyalogê qels dike. Em bang li hikumeta Başûr dikin ku nûnerê Rêveberiya Xweser tavilê serbest berde û bi awayekî qanûnî danûstandinê bi endamên Rêveberiyê re bike, berjewendiya neteweyî ya Kurdan esas bigire û ji berjewendiyên kesayetî dûr bikeve û yekser nûnerê Rêveberiya Xweser berde."

Parêzer Welat Hemê bala kişand ser armanca dewleta Tirk di vê pêvajoya hesas de û got:" Hinek aliyê ku hewl didin di vê dema hesas de projeyên fitneyê bi pêş bixin, ji aliyê dewleta Tirk ve têne birêvebirin. Armanca wan ew e ku Kurdan li dijî hev bidin şerkirin û asta ku Kurd ji bo çarserkirina doza Kurdî gihîştiniyê ji bo berjewndiyên xwe bi kar bînin. Divê hikumeta  meşandin, astengkirina pêvajoya veguheztina dîrokî ya ku pirsgirêka Kurd gihîştiye ne di berjewendiya Kurdan de ye. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember van aliyên provokator hişyar be.

Hevserokê Nivîsgeha Dozên Hiqûqî ya Rêveberiya Xweser li herêma Firatê, parêzer Welat Hemê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û bi taybet li Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser zelal bikin û girîngiyê bidin zelalkirina rewşa Cîhad Hesen û tavilê bidin berdan.

Hêjayî gotinê ye ku nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen tevî du endamên têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 10'ê Hezîrana borî de li Balafirgeha Hawlerê ji aliyê hêzên PDK'ê ve, hatin revandin. Nûnerên PYD'ê di 29'ê Tîrmehê de hatin berdan, lê çarenûsa nûnerê Rêvebiriya Xweser Cîhad Hesen heta niha jî ne diyar e.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QjwFhlTHI2Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>