​​​​​​​Xebata komînal bingeha avakirin û pêşxistina civakê ye

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi xebata kolektîv û bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser, jiyana komînal xurt dikin û bi pêş ve dibin.

​​​​​​​Xebata komînal bingeha avakirin û pêşxistina civakê ye
4 îlon, 2021   01:50
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Gelek sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, vê yekê bandor li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet kir. Buyerên ku ji Adara 2011`an ve li Sûriyê dest pê kirine, bi xwe re gelek talan û wêranî anî. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîbû bi Rêveberiya Xweser re bibe alîkar û nehêle ku ev wêranî li herêmê jî çêbibe.

Rêveberiya Xweser ku di 21`ê Kanûna 2014`an de li kantona Cizîrê hatiye avakirin sîstema komînan esas wergirt û dest bi projeyên rêxistinî û xizmetguzariyê kir. Piştî ku hate avakirin, tavilê dest bi xebatên xizmetguzarî, pêkanîna pêdiviyên civakê yên bingehîn wekî nan, av û kehrebeyê, kir. Her wiha gelek xebat ji bo gund û taxan pêşkêş kir. 

Li gundên navçeya Tirbespiyê modela rêveberiya Xweser a xebata civaka komînal di nava şêniyan de hate pêkanîn. Şênî bi hev re bûn alîkar û bi desteka Rêveberiya Xweser di zêdetirî 50 gundî de malên ji bo sersaxiyê ava kirin û di zêdetirî 10 gundan de stadên footbolê çêkirin.

Her wiha bi şaredariya gel re bûn alîkar û bi hev re xebata ziftkirina rêkan û kişandina kanalîzasyonê dan meşandin. Hinek gundan jî wekî gundê Beyandorê bi rêya komîteya xizmetê ya komînê miqdareke pere ji bo malbatên feqîr veqetandin.

/kr/uploads/files/2021/09/03/194721_-.webp

Şêniyê navçeya Tirbespiyê yê bi navê Fesîh Hisên bal kişand ser girîngiya xebata komînal û diyar kir ku ew ê di pêkanîna rêgeza alîkariyê de berdewam bikin da ku xwe ji hemû  pirsgirêkên heyî xelas bikin û ji navçe û gundên xwe re xizmetê pêşkêş bikin.

Fesîh Hisên gelek nimûneyên proje û xizmetên ku bi saya xebata komînal pêk anîne, dan û got, şêniyên gundên Şîtka û Etbê alîkarî dane saziya kehrebê da ku pirsgirêka ku di encama bahoza dawî de li herêmê derketiye, çareser bikin. Ji bo wê di nava çend saetan de pirsgirêk çareser kirin û kehrebeya gundên xwe peyda kirin.

Hisên di dawiy axafina xwe de bang li civakê kir ku girîngiyê bidin jiyana koolektîv, da ku hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û projeyên xizmetguzarî û aborî bi pêş bixin.

/kr/uploads/files/2021/09/03/194748_-.webp

Her wiha şêniyê gundê Şîtka, Kadar Hisên jî diyar kir ku ew bi saziyên Rêveberiya Xweser re bûne alîkar û bi hev re stada footbolê ya bi şev ava kirine.

Kadar Hisên piştrast kir ku piştî serkeftina wan di projeya yekemîn de ew hewl didin ku di dema pêş de parkekê û navendeke çand û hunerê li gundê xwe vekin. Kadar jî di dawiyê de bang li hemû şêniyên gund û taxan kir ku xebatê komînal bi pêş bixin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-ID8mU7H-Cw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>