​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk careke din kampa Mexmûrê bombebaran kir – HATE NÛKIRIN

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, careke din navenda Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bombebaran kir.

​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk careke din kampa Mexmûrê bombebaran kir – HATE NÛKIRIN
3 îlon, 2021   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov  ên dewleta Tirk a dagiker îro serê sibehê navenda Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bombebaran kir. Piştre balafirên dewleta Tirk careke din kamp bombebaran kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di êrişê de tiştek li tu kesî nehat. Lê camên malên derdorê şikestin û ziyana madî pêk hat.

Çav li rê ye ku Rêveberiya Kampa Mexmûrê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.