Li Pencşêrê 115 endamên Talîbanê hatin kuştin

Berxwedêrên li Pencşêrê ragihand ku wan êrişeke mezin a Talîbanê têk biriye û di encama wê de 115 endamên Talîbanê hatine kuştin, 200 endamên wê birîndarên bûne û 35 endamên wê jî dîl girtine.

Li Pencşêrê 115 endamên Talîbanê hatin kuştin
2 îlon, 2021   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedêrên li Penşêrê yên li dijî tevgera Talîbanê bi serkêşiya Ehmed Mesûd, duh ragihand ku di encama şerê bi tevgerê re 115 endamên Talîbanê hatine kuştin, 200 birîndar bûne û 35 dîl hatine girtin.

Berdevkê eniya Berxwedana Nîştimanî ya Efganistanê li wîlayeta Pencşêrê Fehîm Deştî got bersiva êrişeke mezin a Talîbanê ya li ser wîlayetê hate dayîn û diyar kir ku hêzên berxwedanê wesayetên zirxî û topên tevgerê rûxandine.

Ev yek piştî ku Talîbanê duh ragihand ku ew li herêma Pencşîrê (bakurê rojhilatê Kabulê) ku di bin kontrola hêzên eniya Berxwedana Nîştimanî de bi pêş ve diçe, pêk hat.

(bx)