Ezmûna qebûlkirinê ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat

Îro ezmûna qebûlkirinê ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna 3 hezar xwendekaran pêk hat.

Ezmûna qebûlkirinê ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat
1 îlon, 2021   10:56
QAMIŞLO

Xwendekarên ku navê xwe ji bo zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava, Kobanê û El-Şerq) qeydkiribûn, ketin ezmûna qebûlk irinê ya zanîngehan.

Ezmûn di navbera saet 10.00 û 13.20’an de pêk hat.

Li gorî Komîteya Mufadeleyên Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dora 3 hezar xwendekar tev li ezmûnê bûn û hejmara navendên ezmûnan jî 13 bû.

Dê li gorî ecmanên ezmûnê û pileya bawernameya amadehiyê xwendekar bên qebûlkirin ku ji sedî 70`ê ji pileya ezmûnê û ji sedî 30 jî pileya refa 12`an bandore lê dike.

Di 2`yê Îlonê de (sibê) dê ezmûna ziman li dar bikeve. Encamên ezmûna giştî û ya ziman di 9`ê Îlonê de dê eşkere bibin.

Sala xwendinê ya nû di her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê di 10`ê Cotmehê de dest pê bike.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JfQLrhWsZps" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>