Yekitiya Qebîleyên Lîbyayê: Dewleta Tirk destekê dide terora li ser Lîbya û Tûnisê

Yekitiya Qebîleyên Lîbyayê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk destekê dide terora li ser Lîbya û Tûnisê. Her wiha got gelê Lîbya û Tûnisê yek gel e.

Yekitiya Qebîleyên Lîbyayê: Dewleta Tirk destekê dide terora li ser Lîbya û Tûnisê
31 tebax, 2021   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Qebîleyên Lîbyayê bi daxuyaniyekê îşaret bi kûrahiya têkiliyên dîrokî û girêdanên civakî di navbera gelê Lîbya û Tûnisê de, kir.

Yekitiyê diyar kir ku dewleta Tirk destekê dide terora li ser Lîbya û Tûnisê û bi balafiran çete û terorîstan dişîne welatên wan. Her wiha got ev yek li pêşiya çavên civata navneteweyî hatiye belgekirin.

Yekitiyê di daxuyaniyê de ev tişt got: "Dewleta Tirk çend sîxurên ku xwe firotine û dev ji rûmeta xwe berdane, bi kar tîne. Muftiyê îzolekirî Sadiq El-Geriyanî di ajîtasyon û xapandina ciwanan de bi kar tîne da ku aramî û ewlehiya welatên me, xira bike.

Em ê xebatên xwe ji bo pêşxistina têkiliyan bi hemû rêbazan, berdewam bikin. Em ji serok Qeys Seîd re dibêjin ku gelê Lîbyayê rêzdariyê dide hemû helwestên te li hember gelê me."

(bx)