Li Qamişlo "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hate rûxandin

Di operasyona ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin de, 8 endamên "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hatin girtin û ji aliyê dadgehê ve hatin cezakirin.

Li Qamişlo "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hate rûxandin
Li Qamişlo "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hate rûxandin
Li Qamişlo "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hate rûxandin
Li Qamişlo "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hate rûxandin
Li Qamişlo "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hate rûxandin
Li Qamişlo "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hate rûxandin
Li Qamişlo "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hate rûxandin
Li Qamişlo "Rêxistina organîzekirî ya sûc" hate rûxandin
29 tebax, 2021   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev demeke li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên ku li dijî sûcên dizî, gendelî û hwd. hatibûn destpêkirin, berdewam dikin. Civak jî piştgiriyeke mezin dide vê pêngavê.

8 endamên rêxistina organîzekirî ya sûc ku sûcên wekî çêkirin belgeyên sexte, sextekariya fatûrayan, û bi bertîl kirîn-firotin ji endamên komîteyan re, gendelî, peydekirina amûrên sexte, sextekarî hijmar û pereyên amûran de, zirerdayîna saziyên Rêveberiya Xweser û QSD`ê kirine, hatin girtin.

Sûcdarên ev sûc kirine ketibûn nav saziyên Rêveberiya Xweser û QSD`ê bi milyonan dolar dizîbûn û hemû sûcên wan hatin piştastkirin. Sûcdar bi biryara dadgehê hatin girtin û ew rêkirin girtîgehê. 

Dadgehê di darizandina sûcdaran de, ew bi navê "Rêxistina organîzekirî ya sûc"binav kir û ew ceza kirin.

Navên sûcdarên ku ji aliyê dadgehê ve hatine darizandin wiha ne; S.A.H, M.E.H, K.C.R, D.Ş.Î, G.A.E, Î.D.M, S.A.S, D.R.A.

Li gorî agahiyan, têkoşîna li dijî gendelî, sextekarî û diziyê berdewam dike.

ANHA