​​​​​​​QSD'ê li başûrê Hesekê bermahiyên şer ên DAIŞ`ê îmha kirin

QSD'ê li başûrê Hesekê bermahiyên şer ên ku ji çeteyên DAIŞ'ê mabûn, îmha kirin.

​​​​​​​QSD'ê li başûrê Hesekê bermahiyên şer ên DAIŞ`ê îmha kirin
28 tebax, 2021   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re mayin û topên çeteyên DAIŞ`ê yên ku rêxistina RMCO   bi hevkariya rêxistinên navneteweyî di operasyonên lêgerînê de rakiribûn, îmha kirine.

/ar/uploads/files/2021/08/28/094347_e93xnngweae6fzf.webp

QSD`ê wiha da zanîn: “Ev bermahî ji madeyên kîmyewî pêk tên ku DAIŞ`ê di êrişên xwe yên li dijî Kobanê yên Îlona 2014`an de bi kar anîbûn."

QSD`ê diyar kir ku bermahî li devereke vala ya li gundewarên başûrê Hesekê teqandine.

ANHA