Berhem Salih: Têkiliya civîna Bexdayê bi hebûna hêzên Amerîka tuneye

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku tu têkiliya civîna Bexdayê ya ku tê payîn dawiyê vê mehê were lidarxistin bi hebûna hêzên Amerîka li Iraqê tune ye û diyar kir ku wan bi Amerîka re li ser derketina hêzên Amerîka heya dawiya salê lihev kirine.

Berhem Salih: Têkiliya civîna Bexdayê bi hebûna hêzên Amerîka tuneye
27 tebax, 2021   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku civîna dewletên cîranên Iraqê ya ku tê payîn dawiya vê mehê li Bexdayê were lidarxistin nabe zemîna mayîna hêzên Amerîka li Iraqê û tu têkiliyên vê civînê bi derketina hêzên Amerîka ji Iraqê nine.

Salih di hevdîtinekê ligel malpera nûçeyan a Nurnews a Îranê de got: "Hin dibêjin ku dibe civîna li Bexdayê zemîna domandina hêzên biyanî li Iraqê ava bike, lê rewş berovajî vê ye. Li gorî lihevkirinên me bi Koşka Spî re dê hêzên Amerîkayê di dema diyar de li gorî bernameyê ji Iraqê derkevin."

Serokkomarê Iraqê ragihand ku li gorî peymana bi Washingtonê re, dê tevahî hêzên Amerîkayê heya dawiya salê ji Iraqê derkevin.

Iraq beriya demekê gelek dewletên cîranê di nav de Erebistana Siûdî, Kuwêt, Tirkiyê, Fransa û Misirê de vexwendcivîna ku tê payîn dawiya vê mehê were lidarxistin.