Dewleta Tirk dest bi dan û standinên bi Talîbanê re kir

Ruxmî rexneyên tund ên li ser têkiliyên Enqereyê yên bi Talîbanê re jî, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wan li Kabulê dan û standin bi Talîbanê re pêk aniye.

Dewleta Tirk dest bi dan û standinên bi Talîbanê re kir
27 tebax, 2021   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Erdogan ragihand ku welatê wî yekemîn dan û standin bi tevgera Talîbanê re pêk aniye û daxuyand ku Enqere mijara birêvebirina balafirgeha Kabulê ku Talîbanê jê xwestibû, hîna dinirxîne.

Li gorî Reutersê, Erdogan got Talîbanê pêşniyar kiriye ku welatê wî balafirgeha Kabulê bixebitîne, lê belê Enqereyê hîna biryar nedaye.

Ajansa AFP`ê jî ragihand ku Erdogan daxuyandiye ku Talîban dixwaze balafirgeha Kabulê bi ewle bike, lê belê wê ji Enqereyê re pêşniyar kiriye ku aliyê lojîstîkê bi rê ve bibe.

Erdogan got wan der barê mijarê de hîna tu biryar nedaye.

Dewleta Tirk di çarçoveya dewamkirina erka NATO`yê de ku niha bi dawî kirine, nêzî 500 leşkerên xwe li Efganistanê bi cih kirin.

(cx)