Çeteyan li Efrîna dagirkirî 4 sivîl revandin

Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî”, 2 jê jin, 4 welatî li navenda Efrînê revandin.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî 4 sivîl revandin
26 tebax, 2021   07:02
ŞEHBA

Çavkanî got çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 4 sivîl ji malên wan ên li derdora Mizgefta Bîlal a li taxa Eşrefiyê ya li navenda Efrînê revandin ku ji wan 2 jin in.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin, wiha ne: Rojîn Enyat a ji gundê Xalta yê girêdayî Cindirêsê, Melek a ji şêniyên Cindirêsê, Hozan Ezîz ê ji gundê Korika yê navçeya Mabata û Ebû Mûsa.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan kesên revandine, birine cihekî nediyar û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

(cx)

ANHA