‛Tirkiye hewl dide pêkhateyên herêmê qir bike’

Kongreya Star a navçeya Çilaxa da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suyan qir bike û hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike, her wiha bang li civata navneteweyî kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deyne.

‛Tirkiye hewl dide pêkhateyên herêmê qir bike’
25 tebax, 2021   17:43
QAMIŞLO

Kongreya Star a navçeya Çilaxa bi daxuyaniyekê ragihand ku dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên xwe hewl dide pêkhateyên herêmê qir bike, ji lewma rojane sivîlan dike armanc û bi firokeyên bêpîlot navendên leşkerî bombebaran dike.

Endama Kongreya Star Semer Hisên daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star xwend.

Di  daxuyaniya Kongreya Star de ev hate gotin: "Dagirkeriya Tirk hewl dide hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike û sivîlên ku yekitiya xwe ava kir û li dijî terrora DAIŞ`ê şer kir dike armanc da ku wan bitirsîne û herêmê jî vala bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk di demên dawî de navendên leşkerî yê QSD`ê kir armanc û di encamê de du fermandar û şervên ku parastina sivîlên li wir dikirin, bûn qurban. Di heman demê de li herêma Şengalê sivîlan hedef digire.

Di dawiyê daxuyaniyê de bang li NY`yê û civata navneteweyî hat kirin ku sînorekî ji sûcên Tirkiyê û hewldanên wê yên qirkirina gelê herêmê û komkujiyên ku rojane pêk tine re, deyne.

(eh)

ANHA