​​​​​​​RJAK: Em li gel jinên Efgan in

RJAK: Em jinên Efgan ên ku li dijî tarîtiyê dengê xwe bilind dikin û dibêjin em hene silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin. Çarenûsa me heta hetayî bi hevdu re giredayî ye. Çarenûsên zihniyeta zilam a desthilatdar tu carî napejirînin û li her derê, bi her şewêyî em ê li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.

​​​​​​​RJAK: Em li gel jinên Efgan in
24 tebax, 2021   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) têkildarî zextên Talîbanê yên li ser jinên Efganistanê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:

"Rojhilata Navîn ji her demê zêdetir di rewşekê aloz û xeternak re derbas dibe. Efganistana ku demeke dirêje di rewşeke aloz de dijiya, careke din bû hedefa projeyên kirêt û dij-mirovahî. DYA’yê ku qaşo ji bo aramî, aştî, demokrasî û azadiya mafên jinê pêk bîne, bi hemû hêzê xwe li Efganistanê bi cih bûbû, îro dîsa giredayî plana BOP bi Talîbanê re hevpeymanekê dij civakî mohr dike û ji heremê vedikişe. Gotinên ku aqlê desthilatdariya nûjen ya baviksalarî û emperyalîzmê weke ku Talîban hatiye guhertin û weke berê tarîtî li ser gelan farz neke, ji gotinekê derewîn wêdetir tiştek nîne. Buyerên ku li Eganistanê diqewime careke din durûtiya hêzên navnetewî radixe holê. Ew durûtî ji aliyekê ve behsa azadî û mafên jinan dike, ji aliyê din ve jî Efganistanê ku bi dehan sal in di rewşeke xeternak de jiyan dike, ji tarîtiya Talîbanê re terk dike. Ên ku di sala 2001’an de dagirkeriya xwe bi gotinên azadiya jinê rûpoş dikirin, îro jiyana bi milyonan jin ji bo berjewendiyên xwe paşguh dikin.

Piştî Talîbanê Efganistan desteser kir, êriş û kiryarên xwe yên herî hovane li hember jinan bi kar anîn.  Weke berdewamiya hişmendiya xwe ye berê, biryar da ku bi darê zorê zarok û jin bi wan re bizewicin, biryara laçikan li ser jinan ferz kirin. Jin ji kar û qada civakî hatin dûrxistin. Êriş birin ser malan keçên temenbiçûk revandin. Talîban bi hişmendiya mêrê serdest û zayendperest pergaleke desthilatdar dide meşandin

Rewşa jinên Efganistanê ji rewşa jinên din ne cudatir e. Îro li hemû deverên cîhanê jin bi êrişên mezin re rû bi rû ne. Êriş û kiryarên Talîbanê ji êrişên DAIŞ’ê, ji êrişên Boko Haram, ji êrişên çeteyên Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne cûda ne. Ew kiryar û êriş li hemberî jinan, li hemberî hemû pêkhateyên civakê tên bikaranîn. Bêdengiya hêzên navnetewî tê wateya êrêkirina wan sûcan.

Heman bêdengiya wan hêzan, li hember erişên li ser Kurdan jî tê xuyakirin. Îro êrişên dewleta Tirk a qirker li ser civaka êzidî, li ser Şengalê wî tiştî nîşan dide. Dijminatî gihiştiye lûtkeya herî jor da ku nexweşxaneyan bombaran bikin, êrişî pêşengên civaka êzidî dikin. Tevî ku komkujiya êzidiyan di raya nevneteweyî de bi awayekî fermî tê qebulkirin, dixwazin mafên wan yên xwebirêvebirinê bi êrişên dagirkeriyê tasfiye bikin. Beramberî hebûna gelê Kurd li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê şerekê bênavber didomînin. Ew êriş bi giştî nîşan dide ku di dagirkeriyê de çiqas bi israr in. Ên ku dibejîn di navbera me û Talîbanê de tu fark û cudatî nîne, îro li Kurdistanê rojane qetlîaman pêk tîne, di nava siyaseta dij mirovahî de, weke berdewamiya hişmendiya Talîban û DAIŞ’ê roleke rûreş dilîze. Bila bê zanîn ku, ew çiqas di dagirkeriyê de bi israr bin, em jî ji wan zêdetir di berxwedan û azadiyê de bi israr in.

 ‘BI TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ, BI ISRARA XWE YA AZADIYÊ EM LI GEL JINÊN EFGAN IN’ 

Divê em gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî jinên Rojhilata Navîn, bawerî bi tu hêzên navneteweyî nekin. Tiştê ku me ji tarîtiya wan çeteyên terorîst rizgar bike, bîr û bawerî û hêza me ya cewherî ye. Em xwedî tecrubeyeke dîrokî ne. Li Kobanê jinên ku li ber xwe dan, li Şengalê jinên ku bi parastina cewherî teslîmî DAIŞ’ê nebûn mîrateya me ye. Pêwîst e îro ji her demê zêdetir, jinên Efganistanê, jinên Kurd, jinên Ereb parastina xwe ya cewherî pêş bixin û piştgirî bidin hevdû. Li dijî tifaqa hegemonîk û serdest, em tifaqa demokratîk a jinan bilind bikin.

Em RJAK bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî, bi israra xwe ya azadî li gel jinên Efgan in. Em jinên Efgan ên ku li dijî tarîtiyê dengê xwe bilind dikin û dibêjin em hene silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin. Çarenûsa me heta hetayî bi hevdu re giredayî ye. Çarenûsên zihniyeta zilam a desthilatdar tu carî napejirînin û li her derê, bi her şewêyî em ê li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.”