Şehîd Rênas Roj li Derbendîxanê bi merasîmeke girseyî hat bibîranîn

Ji bo fermandarê YPG’ê şehîd Rênas Roj li Derbendîxanê yê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê konê sersaxiyê hat vedan.

Şehîd Rênas Roj li Derbendîxanê bi merasîmeke girseyî hat bibîranîn
22 tebax, 2021   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 19’ê Tebaxê de, di encama êrişa balafireke bê mirov a dewleta Tirk de li ser rêya Elî Fero ya Qamişloyê, yek ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj şehîd bû. Duh li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê ji bo Fermandarê YPG’ê Rênas Roj konê sersaxiyê hatibû vedan.

Di saetên êvarê de li ber mala bavê şehîd a li navçeya Derbendîxanê bi amadebûna bi sedan welatiyên ji her çar parçên Kurdistanê bi merasîmeke girseyî konê sersaxiyê hat rakirin.

Di merasîmê de hevserok û endamên Tevgera Azadî, Desteya Rêveber a Eniya Demokrasiya Gel, endamên KNK’ê, nûnertiya Rojavayê Kurdistanê, rêxistinên Rojhilatê Kurdistan û bi sedan welatiyên ji çar parçên Kurdistanê amade bûn.

Girseya ku kombûbû bi meşê heta ber konê sersaxiyê ve meşiyan û dirûşmên “Şehîd namirin” berz kirin.

Piştî girse gihişt cihê merasîmê, deqeyek rêz girtin. Piştre peyama Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji aliyê Bêrîvan Mihemed ve hat xwendin. Di peyamê de hat gotin: “Heval Rênas di hemû qonaxên li dijî zilm û zordariya li ser gelê Kurd de cih girt û cihekî xwe yê diyar di dîroka têkoşîna Kurd de girt. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de li dijî siyaseta qirkirina gelê Kurd di çeperên pêş de bi dil û can bi rihek fedayane cih girt. Erk û berpirsyartiyên xwe bi cih anîn. Wek fermandarekî li her çar parçên Kurdistanê têkoşîneke bêsînor meşand.”

Piştre bavê şehîd Seîd Şehabî axivî û got: “Hêviyê ji hemû Kurdan dikim li her çar parçên Kurdistanê yek bin. Eger yekgirtin nebe em ê hemû bi hev re tune bibin. Bang li serkirdeyên Kurd dikim werin yekitiya netewî ya Kurdan ava bikin.”

Dayika şehîd, Dayê Amîne jî axivî got: “Kurê min ji bo gelê xwe, ji bo hejaran û mazluman çek hilgirt. Ew rê berneda û xwe kir fedayê gelê Kurd. Ji bo min şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê yek in, silavan ji bo hemû dayikên şehîdan dişînim.”

Piştre li ser navê partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê jî peyam hatin dayîn. Di peyaman de hat gotin: “Şehîd Rênas bi eşq û berxwedaniyeke mezin bi dil û can li dijî zihniyeta dagirker têkoşiya. Em di kesayeta şehîd Rênas de soza xwe ya têkoşînê li her çar parçeyên Kurdistanê dubare dikin. Em ê çeka wî li erdê nehêlin û doza wî bişopînin. Em ê bi eşq û moralê şehîd Rênas têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”