Konferansa 1'emîn a Komeleya Gaziyên Kobanê li dar dikeve

Konferansa Yekemîn a Komeleya Gaziyên Kobanê bi dirûşmeya "Gazî bingeha civakê ne"  li hola navenda Çand û Hunerê ya Kobanê li dar dikeve

Konferansa 1'emîn a Komeleya Gaziyên Kobanê li dar dikeve
Konferansa 1'emîn a Komeleya Gaziyên Kobanê li dar dikeve
Konferansa 1'emîn a Komeleya Gaziyên Kobanê li dar dikeve
Konferansa 1'emîn a Komeleya Gaziyên Kobanê li dar dikeve
Konferansa 1'emîn a Komeleya Gaziyên Kobanê li dar dikeve
Konferansa 1'emîn a Komeleya Gaziyên Kobanê li dar dikeve
Konferansa 1'emîn a Komeleya Gaziyên Kobanê li dar dikeve
22 tebax, 2021   17:47
KOBANÊ

Bi dehan gazî, endamên meclisa leşkerî, komîteya tenduristiyê, malbatên şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweser tev li konferansê bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Dûvre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û bi navê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de lidarxistina  Konferansa Yekemîn a Gaziyên Kobanê hate pîrozkirin û hêviya serkeftin konferansê û şîfaya lezgîn ji birîndran re hate xwestin.

Paşê ji bo birêvebirina konferansê endamên dîwan û arşîvê hatin hilbijartin, dûvre rêziknameya Komeleya Gaziyên Kobanê hate xwendin. Ji bendên rêziknameyê; Komele li gorî biryar û peymana Cinêvê ya 1949`an tevbigere, li gorî vê peymanê divê birîndaran bi fikir û çalakiyên xwe tev li hemû qadên jiyanê bêne kirin.

Rêziknameyê her wiha îşaret bi armancên komeleyê kir, ji wan komele hemû pêwîstiyên birîndaran ên fîzîkî, kîmyawî, tenduristî, parastina mafên xwezayî yê birîndarên şer û kesên astengdar bi cih tîne û wna tev li perwerdeyên fikirî û pîşesazî dikin, her whia ji bo pêşbixin û projeyên aborî ji bo wan ava dike.

Konferans bi nirxandina rêziknameyê berdewam dike.

Tê payîn ku desteya rêveberiya komeleyê were avakirin, piştre jî nivîsgeh û komîteyên pê ve girêdayî dê werin avakirin, ji wan arşîv, ragihandin, tenduristî, aborî, malî, perwerde û fêrkirinê.

(eh)

ANHA