Rûsya herêma Idlibê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê bi moşkan gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kir. Hêzên hikumeta Şamê jî gundewarên bakur rojavayî Hemayê topbaran kir.

Rûsya herêma Idlibê bombebaran kir
22 tebax, 2021   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê derdora bajarokên Kensefra, Mereyan û El-Mozre ya girêdayî çiyayê Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kir. Her wiha tu agahî der barê zirarên canî de tune ne.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên hikumeta Şamê gundên Xerbet El-Naqos, Sermaniyê, Qilêdîn, Qahîre, El-Enkawiye, El-Deqmaq û Zeqûm a Sehl Xab a gundewarên bakur û rojavayî Hemayê topbaran kir.

SOHR'ê ragihand ku duh balafirên şer ên Rûsyayê 3 êriş li dijî gundê Hemîmat a Sehl Xab pêk anîn.

(dm)