Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên Remedan El-Mufdî girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku kujerên Remedan Receb El-Mufdî girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên Remedan El-Mufdî girtin
16 tebax, 2021   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijdarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

" 22’yê Tîrmehê e agahî hat ku cenazeyek li keviya başûrê çemê Firatê ya li gundê Ekrêşî yê bakurê rojhilatê Reqayê hat dîtin. Li ser vê yekê hêzên me berê xwe da cihê bûyerê û cenazeyeke nenas dîtin. Lê ji ber rewşên xwezayê cenaze xirab bûbû. Me cenaze ji bijîşkên edlî re şand da ku were naskirin. Hat eşkerekirin ku kesê miriyê hatiye xeniqandin.

Li ser vê yekê hêzên dest bi lêpirsînê kir. Di encama wan lêpirsîn û komkirina agahiyan de hat eşkerekirin ku cenaze yê ajokar Remedan Receb El-Mufdî. Beriya 3 rojan hêzên me hatin agahdarkirin ku agahî ji El-Mufdî re qut bûye. Hêzên me yên Têkoşîna Li Dijî Sûcan jî erebe li nava zeviyê Ekrêşî dîtin. Piştî beşa lêpirsînên agahî kom kirin, 4 kesên beşdarî sûcê qetilkirinê bûne, girtin.

Armanca vê sûcê jî, kesên bi navên E.H û E.Î ku sûcê pêk anîne erebeya El-Mudî bidizin. Lê rola H.H jî plankirina qetilkirinê ye, her wiha rola H.S jî veşartin û pêçandina sûcê û veşartina cenaze ye. Hêzên me lêpirsînê bi sûcdaran re berdewam dikin û dema bi dawî bibe dê ji raya giştî re eşkere bikin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Reqayê soz didin gelê xwe ku li pey tevahî sûcên bi hemû şêweyî û sûcdaran bin û wan veguhêzin edaletê, da ku ewlehî û aramî li herêmên me misoger bibe."

(fr)

ANHA