​​​​​​​Li Bexdayê bombeyek bi karwanê hêzên koalîsyonê ve teqiya

Li başûrê Bexdayê bombeyek bi karwanê hêzên Koalîsyona Navnetweyî ve teqiya.

​​​​​​​Li Bexdayê bombeyek bi karwanê hêzên koalîsyonê ve teqiya
16 tebax, 2021   17:41
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî çapemeniya Iraqê, di saetên êvarê de li başûrê Bexdayê dema karwanekî hêzên Koalîsyona Navnetweyî derbas dibû, bombeya ku ji berê de li ser rê hatibû bi cih kirin, hat teqandin.

Hat gotin ji ber teqînê tenê ziyanên madî çêbûne, ziyanên canî çênebûne.