Rêziknameya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser hate erêkirin

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  di civînekê de rêziknameya taybet bi jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de erê kir.

Rêziknameya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser hate erêkirin
16 tebax, 2021   13:53
REQA

Civîn li avahiya Rêvebriya Xweser bi beşdarbûna hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber  Emîna Osê, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Fayiza Ebdî, cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra Hamid hate lidarxisitn.

Piştî rêzgirtinê, rêziknameya Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nîqaşkirin.

Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro axivî û got: "Xebat ji bo pêkanîna edaleta civakî pêwîst dike da ku pirsgirkên girêdayî jinan werin çareserkirin. Pêwîst e  jin werin perwerdekirin û rêxistinkirin da ku rola xwe ya aktîf di sazûmaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bilîzin."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Fayiza Ebdî diyar kir ku pêkanîna rêziknameyê ne tenê erka koordînasyonê ye, lê berpirsyartiya hemû hevserokên kanton û meclisan e.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed bal kişand ser xalên sereke yên di rêziknameyê de û got: "Ji xalên sereke destekdayîn û tewşîqkirina rêgeza erka xweparastina ji bo jinan da ku li hemberî hemû cûre tundî û nijadperestî şer bikin, her wiha rola jinên ciwan were xurtkirin."

Di civînê de endama nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê Wela El-Nacî îşaret pê kir ku pêwîst e çanda xebata koolektîv di nava jinan de were belavkirin da ku jin bi hev re projeyên taybet pêk bînin.

Di dawiyê de rêzikanme ji aliyê beşdaran ve hate erêkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rAs9T9tfcRI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>