Hemdan El-Ebid: Divê Yekîtiya Ereban planên dewleta Tirk têk bibin

Hemdan El-Ebid li ser firhekirina desthilata dewleta Tirk li herêmên Rojhilata Navîn hişyarî da û got armanca wê ew e ku serdema împratoriya Osmanî vejîne. Her wiha bang li Yekîtiya Ereban û Meclisa Hevkariya Kendavê kir ku destwerdanê bikin û projeya dagirkeriyê, rawestînin.

Hemdan El-Ebid: Divê Yekîtiya Ereban planên dewleta Tirk têk bibin
16 tebax, 2021   01:55
REQA – XALID EL-CÛMA

Armancên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet diyar in. Li gorî gelek siyasetmedaran, dewleta Tirk bi rêya firehbûn û planên xwe li Rojhilata Navîn dixwaze serdema împratoriya Osmanî li welatên ereban vejîne û xeyalên osmaniyan bidomîne.

Der barê vê mijarê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid wiha got: "Sûriyê bûye cihê teror û destwerdanên dewletên herêmî û navneteweyî. Lê ev destwerdan ji cîhanê re eşkere ne. Bi taybet dewleta Tirk li Sûriyê, Iraq, Lîbya û dewletên din ên ereban."

El-Ebid behsa destekdayîna eşkere ya ku komên çete ji Tirkiyê digrin kir û wiha axivî: "AKP`ê li gelek welatan destek da komên terorîst da ku serdema osmaniyan vegerîne."

Her wiha ev li axaftina xwe zêde kir: "AKP`ê xebitî da ku tişta bi navê mûxalefeta hundirîn ber bi xwe bikşîne û wan bike alavek di destê xwe de da ku wan bi fermanên istixbaratên Tirkiyê têxe odeyên reş û destekê bide komên terorîst ên weke Heyet Tehrîr El-Şam, DAIŞ û komên din ên terorîst."

Hemdan El-Ebid di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Destek da komên terorîst ên li Hema, Heleb û Şamê jî. Di dawiyê de terorîst li Idlibê kom kirin, ew ber bi xwe ve kişandin û piştî şêniyên Efrînê koçber kirin, ew li şûna wan bi cih kirin."

Têkildarî armancên dewleta Tirk li Sûriyê Hemdan El-Ebid ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk êrişên xwe li ser Sûriyê bi giştî, nexasim Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û armanca wê ku aramî û ewlehiyê xirab bike û tevlîheviyê li herêmê derbixe."

Hemdan El-Ebid der barê berfirehiya dagirkeriyê ku dewlet Tirk pêk tîne de, destnîşan kir ku par dewleta Tirk berê xwe da Lîbyayê.

Her wiha ev nirxandin kir: "Piştî ku projeya wê ya ixwanî li Misir, Xeza, Tûnis û Cezayirê bi bin ket, berê xwe da rojhilatê Deryaya Spî û Azerbêcanê. Em dibînînin ku dewleta Tirk ne li gorî zagonên navneteweyî tevdigere û tu rêzdariyê jî ji wan re nîşan nade."

Hemdan El-Ebid diyar kir ku heta van kêliyan Yekîtiya Ereban bi awayekî erênî der barê êriş û planan de neketiye tevgerê, tu daxuyanî der barê van sûcan de nedane, her wiha ji bo çavnebariya dewleta Tirk di dewletên ereban de, hişyarî da.

El-Ebid wiha domand: "Ez her tim dibêjim ku dewleta Osmanî ya nû dixwaze herêma Rojhilata Navîn bixe bin seweriya xwe û împratoriya Osmanî ya kevin bi navê AKP`ê vejîne wekî  ku di demên berê de derbasî Merc Dabiq bû."

`DEWLETA TIRK DIXWAZE BIRYARA EREBAN BIXE BIN VENÊRÎNA XWE`

El-Ebid teqez kir ku dewleta Tirk dixwaze biryara erebî ya Îslamî li Lîbya û Sûriyê bi navê xelîfeya Îslamê desteser bike, îslamiyet ji wan kesan dûr e, idîa dike ku ew ji bo parastina gelan hatine, lê heger mirov li dîrokê vegere dê were dîtin ku dagirkeriya Osmanî li pey xwe ji bilî paşketin, sûc û komkujiyan, tiştek nehiştiye.

El-Ebid bang li Yekîtiya Ereban, hemû endamên wê û Meclisa Hevkariya Kendavê kir ku bang li dewleta Tirk bikin da ku êrişên xwe yên hovane li herêmên ku dagir kirine, rawestîne.

`DEWLETA TIRK NE DOSTÊ EREBAN E`

El-Ebid di axaftina xwe de ev tişt got: "Dewleta Tirk ne dostê Ereban e wek ku idîa dike. Ew dewleteke dagirker e, dixwaze gelek herêman bixe bin serweriya xwe û dagir bike, ji wan jî Sûriyê ye ku gelek bajarên wê yên li ser xeta sînor dagir kirine. Dewleta Tirk ne dewleteke ku  hezkiriyê aştiyê ye."

Heman El-Ebid teqez kir ku armanca dewleta Tirk pêkanîna projeya ixwanî li Rojhilata Navîn e û wiha domand: "Dewleta Tirk berê xwe daye Efganistanê. Armanca wê ji vê yekê ew e ku serweriya xwe ferz bike û projeya ixwanî li herêmên Rojhilata Navîn, belav bike."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê Yekîtiya Ereban û hemû aliyên pêwendîdar êrişên dewleta Tirk rawestînin û planên ku dixwaze li Rojhilata Navîn pêk bîne, têk bibin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BmmKq_TAzqU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>