Endamên Kongreya Star banga serbestberdana endamên RJAK`ê kirin

Endamên Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê banga serbestberdana nûnerên RJAK'ê yên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, kirin û diyar kirin ku PDK`ê li siyaseta pergalên kapîtalîst dijî jinan dimeşîne.

Endamên Kongreya Star banga serbestberdana endamên RJAK`ê kirin
14 tebax, 2021   08:25
HESEKÊ-BOTAN HISÊ

Hêzên asayîşê yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji endamên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) Xewle Mihemed Hisên, Ciwana Ebid El-Heqî û Seyrana Ehmed Hesen dema ji çalakiya bîranîna salvegera 7`an a komkujiya Şengalê vedigeriyan girtin.

Hêzên asayîşê ji 5`yê Tebaxê ve her sê endamên RJAK`ê girtine û aqûbeta wan nehatiye eşkerekirin.

Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyeke nivîskî got, PDK`ê berpirsa jiyana her sê siyasetmedaran e û bang kir ku divê di zûtirîn dem de her sê jin serbest werin berdan.

Endama Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen têkildarî mijarê got, girtina her sê endamên RJAK`ê li Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve tê wateya ku destê PDK'ê di komkujiya li dijî Şengalê de heye û wiha domand: “Dema DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, PDK`ê vekişî. Di encamê de bi hezaran êzidî hatin kuştin û bi hezaran koçber bûn. Wan jinên êzidî frotin dijminan.”

/ar/uploads/files/2021/08/14/081120_abyr-hsn.webp

Ebîr Hesen diyar kir ku her sê jinên siyasetmedar belgeyên girêdayî komkujiya Şengalê dibirin Şengalê, di van belgeyan de têkiliyên malbata Barzanî û dewleta Tirk di komkujiyê de hatine eşkerekirin û got, PDK'ê ku naxwazin ev rastî eşkere bie, her sê jin revandin.

Ebîr Hesen diyar kir ku PDK`ê li dijî berjewendiya gelê Kurd û projeya neteweya demokratîk e. Ji ber ku tenê li gorî berjewendiyên malbatî kar dike.

/ar/uploads/files/2021/08/14/081038_zndan-hsw.webp

Endama Kongreya Star Zindan Hiso got: “Siyaseta malbata Barzanî heman siyaseta pergalên kapîtalîst ên li dijî jinan e. Ew hewl didin pergala hevserokatiyê ya li Şengalê û rêveberiya wê ya xweser têk bibin ku li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û bi vîna gel û jinan ava bûye.”

Zindan bang li PDK`ê kir ku her sê jinên siyasetmedar serbeset berde.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_xbvuKxSG38" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>