Encamên dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an derketin: Rêjeya serkeftinê 66 e

Encamên dewreya duyemîn (tekmîlî) a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê hat ragihandin. Rêjeya serkeftinê ji sedî 66.

Encamên dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an derketin: Rêjeya serkeftinê 66 e
12 tebax, 2021   15:28
QAMIŞLO

Îro di seat 16:00'an de  encamên dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an derketin. Li gorî agahiyên ku me ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bidestxistine, rêjeya serkeftinê gihaşt ji sedî 66.

Di 28`ê Tîrmehê de dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir û ji bo beşa zanistî 5`ê Tebaxê, her wiha ji bo beşa wêjeyî di 4`ê Tebaxê bi dawî bû. Hejmara xwendekarên ku tev li dewreya duyemîn bûn gihaşt 2 hezarî.

Di 27`ê Hezîrana borî de ezmûnên dawiya salê ya refa 12`an (dewreya yekemîn) bi dawî bû. Rêjeya serkeftina xwendekaran ji sedî 63`ê bû.

Di sala perwerdeyê ya 2020-2021`an de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Herêma Cizîrê biryara pêkanîna sîstema ezmûnên dawiya salê ji bo refa 12`an da.

(sb)

ANHA