Dayikên gerîla banga eşkerekirina çarenûsa gerîlayên revandî kir

Dayikên gerîla êrişa di 26`ê Tîrmehê de li herêma Xelîfan li dijî gerîla pêk hatî, şermezar kir û banga eşkerekirina çarenûsa gerîlayên ku hatine revandin kir.

Dayikên gerîla banga eşkerekirina çarenûsa gerîlayên revandî kir
12 tebax, 2021   08:18
KOBANÊ – ÇEKDAR EBAS

Ji 23`ê Nîsana borî ve artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê yê Başûrê Kurdistanê dike. Li beramberî vê yekê jî hêzên gerîla berxwedaneke bêhempa dimeşîne û planên wê têk dibe. Ji ber vê yekê jî neçar ma ku hêzên PDK`ê di şerê xwe li dijî gerîla de, bikar bîne.

Hêzên PDK`ê di 26`ê Tîrmeha borî de êrişî giropeke gerîla li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê kir, heta niha jî çarenûsa wan gerîlayan ne diyar e.

‘EM HEMÛ BIRA NE Û ŞERÊ KURDAYETIYÊ NAXWAZIN‘

Têkildarî mijarê dayika gerîla Têkoşer, Xedîce Elî ji ANHA`yê re ev tişt got: "Hêzên Mesûd Barzanî şerê gerîla dikin. Di encama êrişên wî de du gerîla şehîd bûn, her wiha hinek ji wan jî hatin revandin. Divê PDK`ê tavilê wan serbest berde."

Xedîce Elî wiha domand: "Em hemû bira ne. Em şerê Kurdayetî naxwazin. Divê hemû Kurd hevgirtî bin. Em dev ji gerîla bernadin û em ê heta dawiya jiyana xwe şopdarên rêya wan bin."

Xedîc Elî bang li berpirsên PDK`ê kir ku dev ji şerê birayên xwe yên Kurd berdin, bi Erdogan re nebin hevkar û ev tişt anî ziman: "Erdogan dijminê me Kurdan e. Tişta ku Mesûdê Barzanî îro tîne serê me, dewleta Tirk wê siba bîne serê wî. Divê PDK`ê çarenûsa gerîlayên me eşkere bike."

`MESÛD BARZANÎ IDÎA DIKE KU EW KURD E, LÊ ŞERÊ ME DIKE!`

Her wiha dayika gerîla Tolhildan, Fadîle Mistefa Xelîl jî wiha axivî: "Em dayikên gerîla ne û em şerê birakujiyê naxwazin. Em siyasetên PDK`ê li dijî Kurd û gerîla, şeremzar dikin."

Fadîle Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk dijminê Kurdan e û wiha domand: "Mesûd Barzanî idîa dike ku ew Kurd e, lê şerê me dike!. Em banga eşkerekirina çarenûsa gerîlayên hatine revandin, dikin."

‘DIVÊ BI HEV RE ŞERÊ DEWLETA TIRK WERE KIRIN‘

Dayika şehîd Sariya û gerîla Qehreman, Cîhan Umer Mistefa jî wiha got: "PDK`ê zarokên me yên gerîla revandine. Em naxwazin ev yek li pêşiya dewleta Tirk di navbera Kurdan de derkeve. Berovajî wê divê em bi hev re şerê dewleta Tirk bikin."

Cîhan Mistefa bang li PDK`ê kir ku çarenûsa gerîlayên ku hatine revandin, eşkere bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev yek xizmeta dewleta Tirk dike. Her wiha destnîşan kir ku çima PDK`ê rê nade malbata gerîla Dijwar Berxwedan ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe da ku çarenûsa kurê xwe bizanibe? Em vê yekê şermezar dikin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3FjKluSgoLk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>