​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Cinêvê hate vekirin

Bi merasîmeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnertiya xwe ya dîplomasî li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê vekir.

​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Cinêvê hate vekirin
9 tebax, 2021   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di merasîma vekirinê de, nûnerên hikumeta Swîsreyê û siyasetmedarên swîsreyî û sûrî, nûnerên ji rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî rewşa Sûriyê amade ne.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bixêrhatina beşdaran kir û got: "Di destpêkê de ez vê gavê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikim, bi taybet şehîd û malbatên wan ên ku canê xwe daye heta ku em gihiştine vê qonaxê. Her wiha spasiya her kesê/a hiştiye ev gav bi ser keve dikim."

Çiya Kurd behsa vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê kir û wiha domand: "Ev pêngav ji bo pêşdeçûna têkiliyên di navbera me, hikumeta Swîsre û gelê wê de pêk hat. Dê ev nûnertî bibe pireyek di navbera me de. Pêwîst e nûnertiyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê li her cihî hebe. Ji ber vê hêzê di oxira pêkanîna aramî û ewlehiyê li cîhanê de bi rêya şerê li dijî DAIŞ’ê de gelek qurbanî û ked dan. Girêdayî wê jî terora bi nûnertiya DAIŞ’ê êdî xeteriyeke stratejî li ser herêmê û cîhanê ye, ji lew re pêwîstî bi xebatên navneteweyî hene ku were têkbirin."

Çiya Kurd da zanîn ku dê nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê mîna alav û amûreke xurt ji bo piştgiriya destkeftiyên gelên herêmê be.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Ewropa îro bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Rêveberiya Xweser li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê bi awayekî fermî nûnertiya xwe vekir, her wiha eşkere kir ku armanc jê jî avakirina pireke ji têkiliyên di navbera pêkhateyên bakurê Sûriyê, hikumeta Swîsre û gelê wê de ye.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ROT-Wr3L4q0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

ANHA