SOHR: Veguhestina çeteyên sûrî ber bi Lîbyayê ve berdewam e

SOHR`ê ragihand ku derdora 130 çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di çend saetên dawîn de ji Lîbyayê vegeriyane. Her wiha komeke din a çeteyan berê xwe daye Lîbyayê.

SOHR: Veguhestina çeteyên sûrî ber bi Lîbyayê ve berdewam e
9 tebax, 2021   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) komeke çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker vegeriyan Sûriyê û komeke din bi heman hejmarî çûn Lîbyayê.

SOHR`ê bi bîr xist ku derdora 130 çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk di çend saetên dawîn de ji Lîbyayê vegeriyane bakurê Sûriyê. Di heman demê de komeke din bi heman hejmarî çûye Lîbyayê.

SOHR`ê di 10 Tîrmehê de eşkere kiribû ku îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyan dike ku çeteyan bişîne Lîbyayê. Li gorî SOHR`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, derdora 150 çeteyên sûrî xwe amade dikin da ku biçin Tikiyê û piştre dê ber bi Lîbyayê ve werin şandin.

Li gorî çavkaniyan veguhestina çeteyan bi awayekî asayî 15 rojan carekê pêk tê.

 (şx)