Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera koçî (hicrî) roja Duşemê kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera koçî (hicrî) ya pêxemberê îslamê biryarnameyek derxist û roja Duşemê kir betlaneya fermî.

Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera koçî (hicrî) roja Duşemê kir betlane
7 tebax, 2021   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di biryarnameya ku hatiye derxistin de wiha hate gotin:“Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera koçî (hîcrî) ya pêxemberê îslamê, ev biryar derxist:

1- Hemû saziyên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Duşemê (9`ê Tebaxê 2021) dikin betlane.

2- Saziyên giştî yên ku xwezaya karê wan cuda ye û divê karê xwe bidomînin, di nava biryarnameyê de cih nagirin.

3- Divê hemû sazî vê biryarnameyê pêk bînin.

(bx)

ANHA